Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê (DBB), bi mebesta ku li navendên rê û çarxerêyên bajêr bi kar bîne, dest bi xebata hilberandina 25 hezar gulên ji cureyên cuda kir. Şaredarî şaxên birî ku ji qadên hêşîn kom dike, vediguherîne şitilan.
Serokatiya Daîreya Park û Baxçeyan, ji bo bedewkirina navendên rê û çarxerêyan dest bi hilberandina gulên rengîn û cureyên cuda kir yên ku li gorî avhewaya bajêr in. Serokatiya Daîreyê ku giranîya hewcedariya bajêr a riwekan li Şefiya Şitilgehê ya li navçeya Yenîşehê dabîn dike, ji bo hilberandina gulan derket qadê û li herêmên diyarkirî dest bi komkirina şitilan kir.
Gul, navendên rê û çarxerêyan dixemilînin
Ekîbên şaredarîyê, gulên cureyên cuda yên ku ji qadê kom kirine, li Şefiya Şitilgehê di pêvajoyên cuda re derbas dikin. Ev gulên ku di serayan de tên mezinkirin, dema ji bo çandinê amade dibin, li navendên rê û çarxerêyên navçeyên Baxlar, Yenîşehê, Kayapinar û Sûrê tên çandin.
Serokatiya Daîreya Park û Baxçeyan her sal hilberandina gulên wekî "Yedîveren", "Muhemmediye" û "Meyland" bi derfetên xwe zêde dike. Her wiha ji bo estetîka bajêr, hinek ji van riwekan jî ji derve dikire.
Gul di mehên Sibat û Adarê de tên çandin
Serokatiya Daîreya Park û Baxçeyan îsal nêzî 25 hezar şaxikên gulan ji qadên hêşîn kom kirine. Li gorî plansaziyê, dê hinek cureyên gulan jî ji derve werin kirîn. Gulên ku hatine hilberandin û kirîn, ji mehên Sibat û Adarê pê ve ji aliyê ekîban ve di axê de hatin çandin.
Hilberandina dar, devî û kulîlkan berdewam dike
Serokatiya Daîreya Park û Baxçeyan li Şefiya Şitilgehê ya li du navnîşanên cuda, hilberandina cureyên dar, kulîlk û deviyan didomîne.
Endazyarê Çandiniyê Hakan Turhan ê ku li Serokatiya Daîreya Park û Baxçeyan dixebite, derbarê xebatan de agahî dan û got ku wan çelikên gulan ji qadên berpirsiyariya Şaredariya Bajarê Mezin û Baxçeya Gulan a Şaredariya Baxlarê kom kirine û li tesîsa hilberandinê di nav "tavayan" de dest bi kokdayîna wan kirine.
‘Gul di 4-8 hefteyan de kok didin’
Turhan destnîşan kir ku çelikên gulan di nava 4 heta 8 hefteyan de kok didin û wiha got: "Karên lênihêrînê yên wekî avdan, zibilkirin, dermankirin û paqijkirina giyayên bejî ji meha Cotmehê heta meha Mijdarê berdewam dikin. Piştî vê pêvajoyê çelik vediguherin şitilan."
Kapasîteya hilberandinê derket 25 hezarî
Turhan diyar kir ku dema koka şitilên gulan pêş dikeve, ew van şitilan ji bo bernameya çandinê ya sala 2027an amade dikin û got: "Veguherîna gulekê bo şitilbûnê pêvajoyeke 1,5 salî ye. Par me ji bo 10 hezar çelikên gulan xebata kokdayînê kiribû, lê îsal me ev hejmar derxist 25 hezarî."
‘Armanc hilberandina gulên bi lêçûna kêm e’
Hakan Turhan anî ziman ku armanca vê xebatê hilberandina şitilên gulan bi lêçûneke kêm e û di dawiya axaftina xwe de got ku ew dixwazin bajêr bi gulên ku bi xwe hildiberînin bixemilînin.
Werger: Omer Dilsoz