Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê, di çarçoveya 21ê Sibatê Roja Zimanê Dayikê ya Cîhanê de bernameyeke stand-up a bi kurdî li dar xist.
Çalakiyên ku ji aliyê Serokatiya Daîreya Çand, Huner û Karên Civakî ve ji bo Roja Zimanê Dayikê hatine organîzekirin berdewam dikin. Di vê çarçoveyê de, ji aliyê Midûriyeta Şaxa Parastin û Pêşxistina Ziman ve li Navenda Çand û Kongreyê ya Çand Amedê, şanoya stand-up a Ozcan Ateş a bi navê “Dawîya Dawî” hate nîşandan.
Çîroka di navbera du kulturan de mayînê
Şano, mijara kesên ku ji gundan koçî navenda bajaran kirine û di navbera du kulturan de (gund û bajar) asê mane, digire dest. Ozcan Ateş ê ku ev ezmûna koçberiyê bi xwe jiyaye, aliyên trajîk ên "di navberê de mayînê" û helwestên civakî yên polîtîkbûyî bi zimanekî îronîk anî ser dikê.
Di şanoyê de mijarên wekî; naskirina şanoyê di temenê ciwan de, zehmetiyên di pêvajoya perwerdehiya şanoyê de, têkiliyên bi hevalên lîstikvan re, girêdana navbera kolan û hunermend, têkoşîna derdora wî ya nêz di jiyana bajêr de û wekî hunermendek têkiliyên wî yên bi siyasetmedaran re derketin pêş.
Piştî şanoya ku bi eleqeyek mezin hate temaşekirin, Midûrê Şaxa Parastin û Pêşxistina Ziman Tahir Baykuşak, plaketek pêşkêşî Ozcan Ateş kir û spasiya wî kir.
