Hevşaredarên Şaredarîya Bajarê Mezin a Amedê Serra Bucak û Dogan Hatun, beşdarî panela "Zimanê Dayikê û Perwerde" bûn ku tê de cihê zimanê dayikê di jiyana civakî û polîtîkayên perwerdeyê de bi her alî ve hat nîqaşkirin. Hevşaredar Bucak ku destpêka panelê kir, dîyar kir ku ew parastina pirzimanîyê dikin û di vê çarçoveyê de xebatan dimeşînin.
Hevşaredarên Şaredarîya Bajarê Mezin a Amedê Serra Bucak û Dogan Hatun, di çarçoveya 21ê Sibatê Roja Zimanê Dayikê ya Cîhanê de, beşdarî panela ku ji alîyê Serokatîya Daîreya Çand, Huner û Karên Civakî ve bi sernavê "Zimanê Dayikê û Perwerde" li Navenda Çand û Kongreyê ya Çand Amedê hat lidarxistin, bûn.
Di panelê de ku parastin, pêşxistina zimanê dayikê û cihê wî yê di qada perwerdeyê de hatin nirxandin, tevî Hevşaredar Bucak û Hatun; endamên Tora Şopandin, Belgekirin û Raporkirina Mafên Ziman (DHÎBRA) û zimannas beşdar bûn.
Hevşaredara Şaredarîya Bajarê Mezin Serra Bucak di destpêka panelê de silav li beşdaran kir û got: "Mêvanên me yên giranbuha hene. Ez dixwazim spasiya hemû heval û xebatkarên hêja bikim ku keda wan di vê panelê de heye."
Hevşaredar Bucak: Em bi gelek îdîayan li vir in
Hevşaredar Bucak da zanîn ku di panelê de dê were nîqaşkirin ka çima perwerdeya bi zimanê dayikê ji temenê kreşê heta zanîngehê girîng e û divê wekî mafekî were dîtin. Bucak wiha got: "Ji roja ku em hatine hilbijartin û vir ve em bi gelek îdîayan li vir in. Em di pêvajoyeke nû ya avakirinê de ne; ji tiştên ku di nava heşt-deh salan de nehatine kirin bigire heta nêzîkatiyên wekhevpar û polîtîkayên di qada ziman-jinê de. Em ê xebatên xwe di çarçoveya nexşerêya ku me bi hev re dîyar kiriye de bidomînin."
‘Em parastina pirzimanîyê dikin’
Bucak bal kişand ku Midûrîyeta Şaxa Parastin û Pêşxistina Ziman a ser bi Serokatîya Daîreya Çand û Karên Civakî xebatên xwe di vê qadê de didomîne û wiha berdewam kir: "Kursên me yên curbecur ên ziman hene. Ji bo pêşketina zimanê dayikê û zaravayên cuda yên li vî bajarî, em kurs, perwerde û xebatên ferhengan dikin. Gelo bes e? Bêguman ne bes e. Jixwe em dixwazin ku ne bes be; ji ber ku em ji bo gihîştina armancên xwe yên sîyasî û polîtîk û ji bo ku kurdî statuyekê bi dest bixe têdikoşin. Dema em parastina statuya kurdî dikin, em parastina pirzimanîyê jî dikin."
Tekezî li ser nexşerêya hevpar
Hevşaredar Bucak anî ziman ku li ser malpera Şaredarîya Bajarê Mezin xebatên pirzimanî tên meşandin û got: "Ev xebateke pir bi qîmet û bi ked e. Lê belê divê şaredariyeke ku îdîaya wê beşdarbûn û pirrengî ye, hem dem û hem jî budçeyê ji bo vê veqetîne û vê xebatê mezin bike. Di nav me de kesên ku ji bo Lazî û Hemşînîya ku ne zimanê perwerdeyê ne û di qada taybet de hatine hepskirin ked dane jî hene. Em îro ji bo nexşerêya xwe ya hevpar ava bikin li vir in."
Di panelê de pêşniyaz hatin kirin
Piştî axaftinan, Dr. Yasemin Oral Saribaş bi sernavê "Zimanê Dayikê Çi ye? Paşxaneya Dîrokî ya 21ê Sibatê û Îro" pêşkêşîyek kir û wateya 21ê Sibatê nirxand. Prof. Dr. Bulent Bilmez jî di pêşkêşîya xwe de cihê zimanan di çarçoveya sîyasî û civakî ya li Tirkiyeyê de girt dest. Her wiha di panelê de Prof. Dr. Christoph Schroeder, Dr. Salim Orhan, Dr. Cuma Çîçek û Dr. Bahar Ongûç jî axaftinek kirin.
Forum hat lidarxistin
Piştî panelê, forumek bi sernavê "Zimanên di bin Metirsîyê de ne (Ziwanê ke Tehlûke de yê)" hat lidarxistin. Di foruma ku moderatorîya wê Dr. Ronayî Onen dikir de; Deniz Gunduz (Kirmancî), Firat Mercan (Ermenkî), Îrfan Çagatay (Lazkî), Saliba Açiş (Suryankî), Emel Ozdemîr (Çerkezkî) û Mahir Ozkan (Hemşînkî) wek axaftvan cih girtin. Di forumê de rewşa zimanên ku di bin rîska windabûnê de ne hat nîqaşkirin.
Werger: Omer Dilsoz
Â
Â
