66 dilxwaz, 31 pirtûk: Pirtûkxaneya Dengî mezin dibe

Pirtûkxaneya Dengî ya ku ji bo kesên kêmderfetên dîtinê (astengdarên çav) li Qada Jiyana Hevpar a Sumerparkê ji nû ve dest bi faliyetê kiribû, di nava pênc mehan de ji aliyê 66 xwebexşan ve 31 pirtûk hatin dengdarkirin. Berpirsê pirtûkxaneyê Abdulmecit Yilmaz diyar kir ku pirtûkxane dê bi sê zimanan xizmetê bide û bang li xwebexşan kir. Yilmaz destnîşan kir ku ev xebat ji bo kesên kêmderfetên dîtinê hewcehiyeke girîng e û gihîştinê hêsantir dike.

Serokatiya Daîreya Xizmetên Astengdar û Kalûpîran, bi armanca ku kesên kêmderfetên dîtinê bigihîjin materyalên nivîskî û xizmet bi awayekî wekhev, serbixwe û ewle werin pêşkêşkirin, piştî navbera heşt salan Projeya Pirtûkxaneya Dengî ji nû ve da destpêkirin. Li Qada Jiyana Hevpar a Sumerparkê bi motoya “Jiyana Hevpar a Gihîştbar” stûdyoyeke deng hat avakirin û xebat li ser bingeha dilxwazî û xwebexşiyê têne meşandin.

Di çarçoveya xebatê de ji bo welatiyên kêmderfetên dîtinê pirtûkên dersê, çîrok, helbest û roman têne dengdarkirin. Qeydên ku têne arşîvkirin, dê di ser malpera Înternetê ya Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê (www.diyarbakir.bel.tr) û Pirtûkxaneya Gel a Amîdayê re pêşkêşî xizmeta welatiyan werin kirin.

66 dilxwazan 31 pirtûk xwendin

Berpirsê Pirtûkxaneya Dengî Abdulmecit Yilmaz anî ziman ku di pirtûkxaneyê de ne tenê roman û çîrok, her wiha pirtûkên ku jiyana astengdaran hêsan dikin an jî yên ji bo amadekariya azmûnan (îmtîhanan) jî têne xwendin. Yilmaz diyar kir ku ev xebateke girîng û bifayde ye û bal kişand ser zêdebûna gihîştinê.

Yilmaz derbarê xebatan de ev agahî dan: “Me beriya bi pênc mehan dest pê kir. Di destpêkê de me piştgirî ji saziyên civakî yên sivîl û yekîneyên şaredariya xwe, nexasim ji hevalên ku di qada çandê de xebatê dikin girt. Me serlêdan wergirtin û zû derbasî pergala xwendina pirtûkan bûn. Niha bi giştî 66 xwebexşên me yên qeydkirî hene. Hejmara pirtûkên ku ji aliyê van 66 xwebexşan ve hatine xwendin 31 e.”

Dê bi sê zimanan xizmetê bide

Yilmaz da zanîn ku pirtûkên hatine dengdarkirin, dê di nêz de di beşa “Pirtûkxaneya Dengî ya Gihîştbar” a li ser Pirtûkxaneya Gel a Amîdayê de werin weşandin. Her wiha got ku qeyda pergalê bi rapora astengdariyê tê kirin û mirov dikarin bi vî awayî bigihîjin pirtûkan.

Yilmaz diyar kir ku dema pirtûkxane ava kirine wan girîngî daye pirzimanîbûnê û wiha got: “Mafê mirovan heye ku bi zimanê xwe yê dayikê pirtûkan bixwînin û bigihîjin wan. Ji ber ku mafê zimanê dayikê ji bo me hemûyan mafekî jêneger e, divê xizmet jî li gorî vê werin sêwirandin. Niha pirtûk bi Kurmancî, Tirkî û Zazakî têne xwendin û qeydkirin.”

Astengdarên ku dibin endam dê bikaribin pirtûkan daxînin

Yilmaz got ku piştî avakirina Serokatiya Daîreya Xizmetên Astengdar û Kalûpîran, wan Pirtûkxaneya Dengî wekî yek ji xebatên herî pêşîn dîtiye û bi lez dest bi projeyê kirine. Di pêvajoya pêş de bi xurtkirina binesaziya teknîkî, dê di ser sepan (aplikasyon) û malpera webê re bingeheke daneyan a berfirehtir were avakirin.

Banga xwebexşiyê

Yilmaz bang li welatiyan kir ku ji bo xebatên dengdarkirinê bibin xwebexş û diyar kir ku serlêdan li Serokatiya Daîreya Xizmetên Astengdar û Kalûpîran tên girtin.

'Em dixwazin gelê me piştgiriyê bide vê xebatê'

Xwebexşa Pirtûkxaneya Dengî Nurcîhan Yilmaz jî anî ziman ku astengdar di gelek qadên jiyanê de bi zehmetiyan re rû bi rû dimînin û wiha got: “Ji ber vê yekê divê em barê wan hinekî hildin ser milên xwe û sivik bikin. Ev xebat pir bi qîmet e. Ez bawer dikim ku xebateke wiha dê rêya geşepêdanê ji wan re vebike. Divê xebatên wiha zêdetir bibin. Kesên ku dixwazin cih di vê xebatê de bigirin, divê hinek ji wextê xwe veqetînin û piştgiriyê bidin. Em dixwazin gelê me piştgiriyê bide.”

Werger: Omer Dilsoz

 

Image Gallery