Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê, ji bo pêşxistina hişmendiya hawirdorê û di mijarên birêvebirina bermayiyan de perwerde da xwendekarên lîseyê.
Serokatiya Daîreya Guhertina Avhewayê û Sifir Bermayî, di çarçoveya “Projeya Ji Çavkaniyê Veqetandinê” de li dibistaneke taybet a li navçeya Baglarê, di mijarên “Hişmendiya hawirdorê, vezîvirandin, sifir bermayî, bikaranîna çavkaniyên enerjiya nûjenbar, ji çavkaniyê veqetandin û guhertina avhewayê” de çalakiyeke perwerdeyê li dar xist.
Di bernameya perwerdeyê de ya ku armanc dike hişmendiya parastina hawirdorê di temenê biçûk de pêk were, agahiyên pêwîst ji aliyê xebatkarên teknîkî yên Serokatiya Daîreya Guhertina Avhewayê û Sifir Bermayî ve hatin dayîn.
Di perwerdeya ku nêzî du saetan dom kir de, karmendên pispor derbarê tiştên ku divê ji bo paşerojeke domdar werin kirin û rola civakê û kesane ya di sifir bermayî de agahî dan xwendekaran.
Derbarê bikaranîna rast a çavkaniyên avê de agahî hatin dayîn
Di bernameya perwerdeyê de ku zirarên pîlên (bataryayên) kevin ên li ser hawirdorê û rêbazên rast ên berhevkirina wan, her wiha bandorên hawirdorî yên rûnên bermayî yên nebatî hatin vegotin, li ser van mijaran jî xwendekar hatin agahdarkirin: mezaxtina kêmtir û rast, encamên neyînî yên guhertina avhewayê, bikaranîna rast û girîngiya çavkaniyên avê.
Bal kişandin ser girîngiya qutiyên vezîvirandinê
Di perwerdeya sifir bermayî de ku girîngiya qutiyên vezîvirandinê yên ji aliyê Şaredariya Bajarê Mezin ve li dibistanan hatine danîn hat destnîşankirin, piştî agahdarkirinê bi bersivandina pirsên xwendekaran bername bi dawî bû.
Xebatên perwerdeyê dê berdewam bikin
Serokatiya Daîreya Guhertina Avhewayê û Sifir Bermayî ligel Serokatiya Daîreya Parastin û Kontrola Hawirdorê, ji bo bajarekî paqijtir û bi jînewertir, dê xebatên perwerdeyê yên ji bo xwendekaran li dibistanan bi hev re bidomînin.