Print this page

Hevşaredar Hatun li maça Amedspor-Vansporê temaşe kir

Hevşaredarê Bajarê Mezin ê Amedê Dogan Hatun, pêşbirka di navbera Amedspor û Vansporê de li Stadyuma Diyarbekirê temaşe kir.

Amedspora ku di Lîga 1emîn a Federasyona Futbolê ya Tirkiyeyê de têkoşînê dide, di hefteya 27an a lîgê de li Stadyuma Diyarbekirê mazûvaniya Vansporê kir. Pêşbirka navborî ji aliyê Hevşaredarê Bajarê Mezin ê Amedê Dogan Hatun, Parlamenterê Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) Serhat Eren, Hevşaredara Bajarê Mezin a Mêrdînê Devrim Demir a ku li şûna wê qeyûm hatibû wezîfedarkirin, hevşaredarên navçeyan, Serokê Klûba Amedsporê Nahit Eren, Serokê Klûba Vansporê Erol Temel, nûnerên saziyên civakî û alîgeran ve hat temaşekirin.

Amedspor bi encama 1-0’ê serketî ji qadê veqetiya û pûanê xwe derxist 54an. Amedspor dê roja şemiyê, 28ê Sibatê, li derveyî malê bi Keçiörengücü re bilîze.

 

Image Gallery