Hevşaredarên Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê Serra Bucak û Dogan Hatun, di odeya Komîsyona Têkiliyên bi Gel re ya Meclîsa DBB’ê û Yekeya Çareseriya li Cih de ku bi armanca çareseriyê xizmetê dike, welatî pêşwazî kirin û pêşniyar û daxwazên wan guhdar kirin.
Hevşaredarên Şaredariya Bajarê Mezin Serra Bucak û Dogan Hatun, di odeya Komîsyona Têkiliyên bi Gel re ya Meclîsa DBB’ê û Yekeya Çareseriya li Cih de ya ku di bin banê Serokatiya Daîreya Çapemenî û Têkiliyên bi Gel re de bi armanca çareserkirina bilez û bibandor a pirsgirêkên gel xizmetê dide, welatî pêşwazî kirin. Di hevdîtinan de welatiyan derfeta wê yekê dîtin ku pirsgirêk û daxwazên xwe rasterast ji Hevşaredaran re ragihînin.
HevÅŸaredaran daxwaz not kirin
Hevşaredaran derbarê serlêdanan de welatî yek bi yek guhdar kirin û di dema hevdîtinan de pêşniyar, gilî û daxwaz not kirin. Hevşaredaran bi welatiyan re sohbet kirin, derbarê pêvajoya çareserkirina mijarên hatine ragihandin de agahî dan û bi serokatiya daîre û yekeyên têkildar re koordînasyon ava kirin.
Ji bo çareseriyê yekeyên têkildar hatin wezîfedarkirin
Hevşaredaran ji bo çareserkirina daxwazan yekeyên têkildar wezîfedarkirin; bi taybetî derbarê alîkariya civakî, veguhastin û serlêdanên kar de bi welatiyan re bi nêzîkatiyeke çareseriyê danûstandina ramanan kirin. Hevşaredaran diyar kir ku ew hemû pirsgirêkên hatine ragihandin girîng dibînin û dê ji bo çareseriya wan çi ji destê wan bê bikin.
Â
