Di navbera Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê û 13 şaredariyên navçeyan û Baroya Amedê de di çarçoveya têkoşîna li dijî tundiya ser jinan de protokola hevkariyê hat îmzekirin. Hevşaredar Serra Bucak, bal kişand ser wê yekê ku Amed bajarekî wisa ye ku hafizeya têkoşîna jinan hildigire û destnîşan kir ku ew bi biryar in ku têkoşîna mafên jinan bi hêzeke saziyane mezin bikin.
Di navbera Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê û 13 şaredariyên navçeyan ên DEM Partiyê û Baroya Amedê de, bi armanca hêsankirina gihîştina jinan a ji bo edaletê, xurtkirina mekanîzmayên piştgiriyê yên li ser bingeha mafan û piştgiriya saziyane ya wekheviya zayendî di asta rêveberiyên herêmî de, protokola hevkariyê hat îmzekirin. Merasîma îmzekirina protokolê li Salona Konferansê ya Alî Emîrî hat lidarxistin. Hevşaredarên Bajarê Mezin Serra Bucak û Dogan Hatun, Serokê Baroya Amedê Abdulkadir Guleç, hevşaredarên navçeyan, Alîkara Sekreterê Giştî yê DBB’ê Zerîn Turk, Seroka Daîreya Polîtîkayên Jinan Ozden Gurbuz Sumer, nûnerên saziyên civakî, endamên Baroya Amedê, endamên Navenda Mafên Jinan a baroyê û jinên ku di muduriyetên jinan ên şaredariyan de dixebitin beşdarî merasîmê bûn.
‘Nimûneya şaredariya civakî’
Serokê Baroya Amedê Abdulkadir Guleç di merasîma protokolê de axivî û diyar kir ku nimûneya şaredariya civakî ya DBB’ê bi vê protokolê re dê xurtir bibe. Guleç bi bîr xist ku wan berê jî bi DBB’ê re protokolek îmze kiribûn û li Tirkiyeyê yekemîn pêk anîbûn û wiha got: “Îro jî em ya duyemîn pêk tînin. Em wekî baro, bi vê protokolê re gihîştina jinan a ji bo edaletê bi rengekî pir xurt dê bigihînin asteke baş. Em spasiya hemû jinên kedkar û DBB’ê dikin. Ez hêvî dikim ji bo jinan bibe xêr û bereketa wan. Ez hêvî dikim ku di pêvajoya protokola din de em bigihîjin wê astê ku hemû hewcedariyên jinan dabîn bikin.”
‘Daxuyaniyeke berpirsiyariya hevpar e ku mafê jiyanê yê jinan dixe pêşiyê’
Hevşaredar Serra Bucak jî bal kişand ser wê yekê ku protokola ku DBB û 13 şaredariyên navçeyan îmze kirine, daxuyaniyeke berpirsiyariya hevpar e ku mafê jiyanê yê jinan dixe pêşiyê. Bucak anî ziman ku wekî berdewamiya gava yekem a ku di sala 2024’an de avêtine, îsal jî ji bo ku jin ji pergala alîkariya dadwerî bi rengekî hêsantir û li ser bingeha mafan sûd werbigirin, bi hev re bi pêş ve diçin.
Di dozên berdan, nefeqe û welayetê de piştgiriya bêpere
Hevşaredar Bucak destnîşan kir ku protokola amadekirî; tayînkirina parêzerên bêpere di dozên têkildarî berdan, nefeqe û welayetê de esas digire û armanc ew e ku pêvajo bi têgihiştineke domdar û li ser bingeha mafan were meşandin. Bucak wiha got: “Îsal me mekanîzmayeke girîng a din jî li protokolê zêde kir. Me Ekîbeke Koordînasyonê ava kir da ku ji bo pirsgirêkên li qadê çareseriyên bilez û hevpar hilberînin û gihîştina jinan a ji bo edaletê hêsan bikin. Ekîba Koordînasyonê; dê di mijara mesrefên dozê û lêçûnên noterê de rê nîşan bide, ji bo ku pêvajoya hiqûqî çawa were meşandin çarçoveyeke hevpar ava bike û ji bo ku jin ji ber şert û mercên aborî dev ji têkoşîna lêgerîna mafan bernedin, dê bibe alîkar.”
‘Xizmeteke hempar dê bikeve meriyetê’
Hevşaredar Bucak diyar kir ku heta rastiya jiyana jinan neyê dîtin edalet nayê dabînkirin û lewma krîterên xizaniyê ne di çarçoveyeke teng û teknîkî de, lê bi şert û mercên xebata bêewlehî, girêdayîbûna aborî û çerxa tundiyê re dinirxînin. Bucak anî ziman ku lêkolînên civakî yên şaredariyan, daxuyaniya jinan û şert û mercên jiyanê dê bi pîvanên alîkariya dadwerî re wekî yekpar were girtin û xizmeteke hempar dê were meşandin.
‘Em bi pergaleke ku perspektîfa jinan dixe navendê rêya xwe berdewam dikin’
Hevşaredar Bucak destnîşan kir ku ev nêzîkatiya ku wan bi vê protokolê re saziyane kiriye, têgihiştineke wisa ye ku daxuyaniya jinan esas digire, jinan munaqeşe nake û pêvajoyê li gorî hewcedariyên wê teşe dike û wiha axivî: “Em bi pergaleke hempar a ku piştgiriya civakî û piştgiriya hiqûqî ji hev cuda nake û perspektîfa jinan dixe navendê rêya xwe berdewam dikin. Amed bajarekî wisa ye ku hafizeya têkoşîna jinan hildigire. Vîzyona ‘bajarê jinan’ ji bo me ne tenê gotinek e, daxwazeke berpirsiyariya me ye. Ev protokol; îfadeya modeleke piştgiriyê ye ku jin bi hêsanî digihîjin edaletê, ji ber sedemên aborî dev ji lêgerîna mafan bernadin û li hemberî tundiyê bi tenê nayên hiştin. Em bi biryar in ku di vê rêyê de bi hev re bimeşin û têkoşîna mafên jinan bi hêzeke saziyane mezin bikin.”
‘Dema edalet bibe tiştekî ku her kes bigihîjê, wê çaxê rast e’
Nûnera Navenda Mafên Jinan a Baroya Amedê Îrem Îlhan jî anî ziman ku protokola alîkariya dadwerî nîşaneya piştgiriyeke mezin e û got: “Edalet ne îmtiyazek e, dema bibe mafekî ku her kes bigihîjê, wê çaxê rast e.”
Piştî axaftinan protokol bi çepikên beşdaran hat îmzekirin.
Protokol çi dihewîne?
Di protokolê de hat destnîşankirin ku tundiya li ser jinan li tevahiya cîhanê binpêkirineke berfireh û giran a mafên mirovan e ku jin pê re rû bi rû dimînin. Hat diyarkirin ku ev pirsgirêk encama cudakarî û wekheviya zayendî ye û rehên wê di kûrahiya avahiya civakê de ne.
Di protokolê de hat destnîşankirin ku li Tirkiyeyê jî ligel standardên navneteweyî, bi bendên ku li xala 10’emîn a Destûra Bingehîn hatine zêdekirin, bi eşkere hatiye diyarkirin ku jin û mêr xwedî mafên wekhev in û hat gotin ku dewlet mecbûr e vê wekheviyê pêk bîne.
Di vê çarçoveyê de, di protokolê de hat diyarkirin ku li Amedê ya ku di dîrokê de mazuvaniya têkoşîna jinê kiriye û vîzyona “bajarê jinê” pejirandiye, xurtkirina gihîştina jinan a ji bo edaletê wekî beşeke girîng a pêvajoya demokratîkbûnê tê dîtin. Hat destnîşankirin ku armanc ew e ku xizmetên şêwirmendî û piştgiriya hiqûqî ya ji bo jinên ku rû bi rûyê tundiyê mane were xurtkirin, jin ji xizmetên alîkariya dadwerî bi rengekî bibandor û wekhev sûd werbigirin, perwerdeyên wekheviya zayendî û têkoşîna li dijî tundiya ser jinê ji bo Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê û şaredariyên navçeyan ji aliyê Baroya Amedê ve were dayîn û di asta saziyane de mekanîzmayên koordînasyon û hevkariyê werin avakirin.
Bi protokola navborî tê armanckirin ku gihîştina jinên ku rû bi rûyê tundiyê mane ya ji bo edaletê hêsan bibe, mekanîzmayên piştgiriyê yên li ser bingeha mafan werin xurtkirin û wekheviya zayendî di asta rêveberiyên herêmî de bi rengekî saziyane were piştgirîkirin.
Werger: Omer Dilsoz