Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê, li Bûlvara Prof. Dr. Necmettin Erbakan a ku li Kayapinarê ye, bi sepandina peyzaja hişk dê teserûfa avê bike; bi xebatên darçandin û ronahîkirina dekoratîf ve jî dê akseke bajêr a modern û estetîk ava bike.
Serokatiya Daîreya Park û Baxçeyan, ji bo ku qadên nû yên îmarê yên bajêr xwedî dîmenekî hêşîntir û estetîktir bin, xebatên xwe didomîne. Tîmên Serokatiya Daîreya Park û Baxçeyan ên ku li Bûlvara Prof. Dr. Necmettin Erbakan a li navçeya Kayapinarê (ku yek ji kolanên girîng ên bajêr e) xebatên peyzajê bi karên binesaziyê re bi hev re dimeşînin, di sezona darçandinê de beşên ku ji berê de hatibûn diyarkirin darçandin.
Xetên avdanê tên nûkirin
Tîmên ku li beşa di navbera Bûlvara Dîclekentê û Rêya Rihayê ya Bûlvara Prof. Dr. Necmettin Erbakan de xebatên xwe didomînin, xetên avdanê yên refûjên ku berê hatibûn darçandin jî kontrol kirin û nû kirin.
Tîmên ku di çarçoveya xebatên binesaziyê de, ji bo parastin û geşbûna tendurist a riwekên ku dê li refûj û peyarêyan werin çandin xetên avdanê raxistin, li vê qadê karên xwe didomînin. Tîman her wiha li refûjên ku pêwîst hatin dîtin, xurtkirina axê jî pêk anî.
Bûlvar dê bi ronahîkirina dekoratîf were ronîkirin
Tîm, bi armanca ku kolan bibe xwedî halekî estetîktir û welatî qadê bi rengekî ewletir û bi konfor bikar bînin, dê Bûlvara Prof. Dr. Necmettin Erbakan bi amûrên ronahîkirina dekoratîf ronî bikin.
Li beşên ku peyarê lê tunene yên di navbera Bûlvara Dîclekentê û Rêya Rihayê ya Bûlvara Prof. Dr. Necmettin Erbakan de, dê peyarê jî werin avakirin. Di çarçoveya xebata peyzajê ya berfireh de, li refûjan ligel daran dê celebên cuda yên deviyan jî werin çandin.
Dê di bûlvarê de cih bidine hêmanên peyzaja hişk
Serokatiya Daîreya Park û Baxçeyan, bi armanca bikaranîna bi bandor a avê, dê li Bûlvara Prof. Dr. Necmettin Erbakan cih bide hêmanên peyzaja hişk. Bi saya xebata peyzaja hişk, celebên riwekan dê dîmenekî estetîktir bistînin û di heman demê de dê bi rêjeyeke girîng teserûfa avê were dabînkirin.
Tê armanckirin ku xebat di demeke kin de bi dawî bibe
Şaredariya Bajarê Mezin armanc dike ku xebatên peyzajê yên li Bûlvara Prof. Dr. Necmettin Erbakan di demeke kin de biqedîne û ji bo bikaranîna welatiyan vebike.
Â
