Gerînendetiya Giştî ya DÎSKÎ’yê ya Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê, li Taxa Dêrûnê ya Farqînê li Kommalên Alakumluyê ji ber sedemên wekî xisarên sîstemê, mezaxtina zêde ya enerjiyê û lêçûnên zêde, ji bo nûkirina sîstema ava vexwarinê dest bi xebatê kir. Li qada niştecihbûnê ya ku ji 20 malan pêk tê, li şûna xeta terfî ya heyî bîreke keson hat çêkirin; bi vê yekê dabînkirina ava ewle, venebir û domdar tê armanckirin.
Gerînendetiya Giştî ya Îdareya Av û Kanalîzasyonê ya Amedê (DÎSKÎ), ji ber xisarên di dabînkirina ava vexwarinê de, mezaxtina zêde ya enerjiyê û lêçûnên xebitandinê yên zêde, li Kommalên Alakumluyê xebata nûkirina sîstemê da destpêkirin. Ji ber ku di xeta terfî ya heyî de her tim teqîn û pirsgirêkên fişarê dihatin jiyîn û ev dibû sedema qutbûna avê, ji bo sîstemeke alternatîf û domdartir projeyek hat amadekirin. Xebat ji aliyê tîmên Midûriyeta Şaxa Farqînê ve tên meşandin.
Piştî ku hat tespîtkirin ku xeta terfî ya nêzî 5 hezar û 500 metre dirêj ji aliyê teknîkî û aborî ve bêber e, li şûna çêkirina xetê, li ber qeraxê çem bîreke keson a ku xwe dispêre ava bin erdê hat plankirin. Piştî amadekarî û kolandina qadê, çêkirina bîra keson a 10 metre kûr di nav 10 rojan de hat qedandin. Bi aktîfkirina sîstema nû re kêmkirina rîska xisaran û dabînkirina ava bêbirîn û kêm-lêçûn tê armanckirin.
Xebatên xeta enerjiyê û entegrasyonê berdewam dikin
Di çarçoveya projeyê de xeteke veguhastina enerjiyê ya 750 metre dirêj hat plankirin. Çêkirina xeta enerjiyê, avakirina depoya avê û xebatên entegrasyona bîra keson a nava sîstemê berdewam dikin. Piştî ku sîstema motopompê, girêdanên elektrokîmyewî û binesaziya panoyê temam bûn, dê sîstem bikeve dewrê.
Bi vê xebatê tê armanckirin ku hewcedariya ava vexwarinê û bikaranînê ya qada 20 malî bi sîstemeke ewletir were pêşwazîkirin. Her wiha kêmkirina xisarên ku ji ber xeta dirêj derdiketin û kêmkirina lêçûnên xebitandinê û zêdekirina berhemdariya enerjiyê armancên sereke ne.
‘Me çareseriyeke demdirêj hilberand’
Midûrê Şaxa Farqînê ya DÎSKÎ’yê Mehmet Kaya der barê xebatan de agahî dan û diyar kir ku xeta terfî ya heyî ne ji aliyê teknîkî û ne jî ji aliyê aborî ve domdar bû. Kaya got: “Li şûna ku em sîstema her tim xira dibe çêbikin, me çareseriyeke mayînde pêş xist. Bi bîra keson a ku hat vekirin û bi xebatên entegrasyonê re, em armanc dikin ku welatiyên me bi rengekî ewle, birêkûpêk û bêbirîn bigihîjin avê. Ev veberhênan ne tenê baştirkirineke teknîkî ye, di heman de xizmeteke civakî ye ku kalîteya jiyana taxa me zêde dike. Bi saya rîska kêm a xisaran û sîstemeke berhemdartir, em hem çavkaniyên giştî diparêzin hem jî jiyana rojane ya welatiyên xwe hêsan dikin.”