Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê, di çarçoveya 8’ê Adarê Roja Jinên Kedkar ên Cîhanê de, li gundê Berbûşê yê Hezroyê bi jinan re hat cem hev. Di çalakiyê de bal kişandin ser wekhevî, piştevanî û têkoşîna jinê ya ku ji herêmî ve hêz digire.
Serokatiya Daîreya Polîtîkayên Jinan a Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê, di çarçoveya 8’ê Adarê Roja Jinên Kedkar ên Cîhanê de, li taxa Berbûşê ya navçeya Hezroyê bernameyeke hevdîtina jinan li dar xist. Seroka Daîreya Polîtîkayên Jinan Ozden Gurbuz Sumer, xebatkarên jin ên di yekeyê de dixebitin û jinên li taxê dijîn beşdarî bernameyê bûn.
Di hevdîtinê de hem wate û girîngiya 8’ê Adarê hate gotûbêjkirin, hem jî daxwaz û pêşniyarên jinan hatin guhdarkirin. Di bernameyê de dîroka 8’ê Adarê hate vegotin û bal kişandin ser wekheviyên ku jinan di dirêjahiya dîrokê de pê re rû bi rû mane. Her wiha derbarê xebatên ku Daîreya Polîtîkayên Jinan dimeşîne de agahî dan beşdaran.
‘8’ê Adarê roja me ya berxwedanê ye’
Seroka Daîreya Polîtîkayên Jinan Ozden Gurbuz Sumer di bernameyê de axivî û diyar kir ku Şaredariya Bajarê Mezin di çarçoveya xebatên jinan de li taxên gundewar bi rêkûpêk hevdîtinan pêk tîne. Sümer anî ziman ku ev xebat her meh li taxên cuda ji aliyê jinên peywirdar ve têne meşandin û got ku hevdîtina li Hezroyê jî di vê çarçoveyê de pêk hatiye.
Sumer bi bîr xist ku Roja Jinên Kedkar ên Cîhanê ya 8’ê Adarê dispêre karkerên jin ên ku beriya 200 salî li DYA’yê ji bo daxwaza mûçeyê wekhev têkoşiyane; destnîşan kir ku îro ev roj li gelek deverên cîhanê û bi taybetî li Tirkiyeyê bi coş tê pîrozkirin. Sümer bal kişand ku 8’ê Adarê ji bo jinên kurd xwedî girîngiyeke taybet e û got ku jinên kurd bi felsefeya “Jin, Jiyan, Azadî” ji cîhanê re bûne mînak. Sümer bi gotina “8’ê Adarê roja me ya berxwedanê ye” roja hemû jinan pîroz kir.
Jinan di hevdîtinê de daxwazên xwe yên wekî derfeta servîsê ji bo xwendekaran, avakirina firinekê ji bo taxê, mala şînê û xizmetên avê anîn ziman.
Bername bi belavkirina broşuran ji bo jinan bi dawî bû.