Şanoya Bajar a Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê, berhema William Shakespeare a bi navûdeng "Xewna Şeveke Havînê" bi versiyoneke kurdî hildikişîne ser dikê. Promiyera lîstikê dê sibê saet di 20.30’an de li Navenda Çand û Kongreyê ya Çand Amedê pêk bê.
Şanoya Bajar a Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê (DBŞT), berhema William Shakespeare a komediya romantîk ku wekî "çîroka ji bo mezinan" tê pênasekirin, bi kurdî derdixe ser dikê. Lîstika ku ji aliyê Ferhad Feqî ve tê derhênan û tê de lîstikvanên wekî Berfîn Emektar, Halit Aslan, Mesut Erenci, Nurşen Adiguzel, Nazmi Karaman, Ozcan Ateş, Omer Akkan, Perînaz Delazy, Sena Ozbey, Sakîna Aktaş, Şahperî Alphan, Şehabettin Dag, Yavuz Akkuzu û Zeycan Ateş cih digirin, dê di 27’ê Sibatê de saet di 20.30’an de li Navenda Çand û Kongreyê ya Çand Amedê promiyera xwe bike.
Mijara lîstikê
Lîstik çîroka mirovên ku di nav şerê desthilatdariyê yê xwedayan de hatine bêaqilkirin vedibêje û di nav daristanekê de derbas dibe. Di dirêjahiya lîstikê de dema ku talsim cih diguherînin, evîn li hev diqelibin; dost û dijmin, rast û şaş tevîhev dibin. Di fînalê de talsim cihê xwe yê rast dibînin, evîndar bi awayekî rast li hev tên û hemû xerîbiya ku talsiman derxistiye holê, bi xewnekê tê nixumandin.
‘Bi zimanekî kêfxweş bersiv ji pirsan re tê xwestin’
Derhênerê lîstikê Ferhad Feqî bal kişand ser wê yekê ku metafora daristanê ya di berhemê de xwedî wateyeke xurt e û wiha got: “Carna wisa dibe ku qey li me talsim hatiye kirin. Aqilê me tê manîpulekirin. Em dost û dijminan li hev diqelibînin, em dikevin rewşeke wisa ku nikarin spî û reş ji hev cuda bikin. Em dikevin pey evînên ku nabe. Gelo ev kodên di daristana ku em jê re dibêjin binhiş de veşartî ne ku carna derdikevin holê û vî talsimî li me dikin û bi aqilê me dilîzin? Heke wisa be, ev kî ne? Ji ku hatine û di binhişê me de bi cih bûne?”
Feqî diyar kir ku lîstik bi zimanekî kêfxweş bersivê ji van pirsan re digere û anî ziman ku ew temaşevanan jî vedixwînin vê rêwîtiya ramanî.