Rêveberiya Giştî ya DÎSKÎ’yê ya Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê, li taxa Qerhêta ya navçeya Çinarê xebata danîna xeta ava vexwarinê ya bi dirêjahiya 600 metreyî temam kir. Piştî qedandina xebatên girêdana xeta enerjiyê, dê pergal bikeve dewrê.
Rêveberiya Av û Kanalîzasyonê ya Amedê (DÎSKÎ), bi armanca çareserkirina pirsgirêka ava vexwarinê ya ku ev demeke dirêj e li taxa Qerhêtaya Çinarê berdewam dike, xebata xeta ava vexwarinê ya 600 metreyî bi dawî kir. Di çarçoveya xebatê de binavahiya ku dê hewcedariya ava vexwarinê ya 140 malbat û zêdetirî 800 welatiyan dabîn bike hat amadekirin û xeta nû li bîra sondajê ya heyî hat girêdan. Piştî ku girêdana xeta enerjiyê pêk hat, pergal dê bikeve meriyetê û pirsgirêka avê ya taxê bi rengekî mayînde were çareserkirin.
Pirsgirêka avê ya bi salan tê çareserkirin
Muxtarê taxê Necatî Ertem diyar kir ku di bîra sondajê ya beriya pênc salan hatibû vekirin de av nemaye û di bîrên din ên hatine vekirin de jî di demeke kurt de av qediya ye. Ertem derbarê xebatê de wiha got: “Bi dibistana 300 xwendekarî ya beriya du salan hatibû çêkirin û bi zêdebûna nifûsê re pirsgirêk hîn mezintir bû. Me serî li gelek saziyan da. Girtina vê xebatê di bernameya DÎSKÎ’yê de ji bo taxa me geşedanek girîng bû. Em li benda temambûna girêdana enerjiyê ne.”
Niştecihê taxê yê 72 salî Îsmet Karataş jî bal kişand ser zehmetiyên berê û wiha axivî: “Berî sî salî bîrên me yên xwezayî hebûn, lê bi kêmkirina baranê re ziwa bûn. Me bi derfetên xwe hewl da avê bibînin lê pirsgirêk her berdewam kir. Di du salên dawî de ji ber kêşeya avê nêzî 14 malbatan koç kir. Ji bo em avê bînin me bi kîlometreyan rê diçû. Me gelek zehmetî dît. Temambûna vê xebatê em hêvîdar kirin.”
‘Em binavahiya ava vexwarinê xurt dikin’
Şefê Teknîkî yê Şaxa DÎSKÎ’yê ya Çinarê Kudbettin Tari destnîşan kir ku plansaziya hatî kirin bi armanca çareseriya mayînde ye û got: “Em xeta terfî ya ava vexwarinê ya nêzî 600 metreyî dikişînin. Bi xetê re em girêdanên depoyê jî çêdikin û binavahiya ava vexwarinê ya taxa xwe xurt dikin. Em armanc dikin ku vê xebata ku bi keda giran a hevalên min ên tîmê dimeşe, di demeke kurt de temam bikin.”