Print this page

Kontrola xurekan: Dest danîn ser nêzî toneyek penîr û berhemên şîr

Di kontrolên xurekan de yên ku Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê di meha Remezanê de li seranserê parêzgehê meşandin, nêzî toneyek penîr û berhemên şîr ên ku hat diyarkirin tenduristiya gel dixin metirsiyê, ji bo bên îmhakirin hatin komkirin.

Tîmên Kontrola Xurekan ên ser bi Serokatiya Daîreya Karên Tenduristiyê, di meha Remezanê de kontrolên xwe yên li seranserê bajêr zêde kirin. Ji ber zêdebûna xerckirina xurekan û bi taybetî daxwaza zêde ya ji bo şîr û berhemên şîr, di kontrolên hatin kirin de dest danîn ser nêzî toneyek penîr û berhemên şîr ên ku hat tespîtkirin tenduristiya gel dixin rîskê. Ji bo berhemên ku dest hatine serdanîn pêvajoya îmhakirinê hat destpêkirin û derbarê kargeha têkildar de jî girtina cezayî hat sepandin.

Ji hilberînê heta firotinê kontrol

Di çarçoveya kontrolan de li cihên hilberîn, depokirin û firotinê; mercên hîjyenê, dîroka bikaranîna dawî ya berheman, mercên parastinê û agahiyên etîketê bi berfirehî hatin lêkolînkirin. Di kontrolên hatin kirin de, berhemên ku hat tespîtkirin li dijî qanûnan in, dîroka wan derbas bûye, di mercên ne guncav de hatine hilanîn û gumanên teqlîd-texlîtê  li ser wan hene, bi deqnameyekê hatin qeydkirin. Ji bo berhemên navborî pêvajoya îmhakirinê dest pê kir.

Tîmên ku bi taybetî ji ber zêdebûna xerckirinê ya di meha Remezanê de dê kontrolên xwe bi baldarî berdewam bikin, diyar kirin ku ew ê rê nedin tu rewşên ku tenduristiya gel bixe rîskê.

Tîm dê kontrol û teftîşên xwe yên ji bo ewlehiya xurekan di dirêjahiya salê de bê navber û bi biryardarî berdewam bikin.

 

Image Gallery