Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê, di çarçoveya 8ê Adarê Roja Jinên Kedkar ên Cîhanê de li Rezanê (Baglar) serdana 650 malan kir û bal kişand ser piştevaniyekê, wekheviyê û jiyaneke bê tundûtûjî.
Çalakiyên Serokatiya Daîreya Polîtîkayên Jinan ên ji bo 8ê Adarê Roja Jinên Kedkar ên Cîhanê berdewam dikin. Bi xebata hevpar a Midûriyeta Têkoşîna li Dijî Tundiya li Ser Jinan û Navendên Jiyanê yên Jinan ve, li navçeya Rezanê serdana malan hat kirin û belavok hatin belavkirin.
Li Taxa Kaynartepeyê 250 mal û li Taxa Habeşî 400 mal hatin ziyaretkirin û bi jinan re hevdîtin hatin kirin. Di van hevdîtinan de bal hat kişandin ser mîrasa dîrokî ya 8ê Adarê, cihê jinan di têkoşîna azadî û wekheviyê de û girîngiya piştevaniyê. Di ziyaretên ku belavokên 8ê Adarê yên bi Kurmancî, Zazakî û Tirkî hatibûn amadekirin hatin parvekirin de; bal hat kişandin ser rola piştevaniya jinan û têkoşîna mafan a li dijî pergala mêrserwer.
Li Bazara Çarşemê belavok hatin belavkirin
Li Bazara Çarşemê ya ku li Kolana Hatboyu ya Koşuyoluyê tê danîn jî 300 belavok hatin belavkirin û bi jinan re hevdîtin hatin kirin. Di dema belavkirina belavokan de hat bibîrxistin ku 8ê Adarê ne tenê rojeke pîrozbahiyê ye, rojeke navneteweyî ya têkoşînê ye ku keda jinan tê de xuya dibe û daxwazên azadî û wekheviyê tên bilindkirin. Her wiha di hevdîtinan de hat diyarkirin ku ji bo wekheviya zayendî û mafê jiyaneke bê tundûtûjî, divê jin torên piştevaniyê mezin bikin.