Li Pasûrê rêyên gundan ên ku ji ber berfê hatibûn girtin tên vekirin

Li navçeya Pasûrê ya Amedê, ji bo vekirina rêyên taxên gundewarî (gundan) yên ku ji ber berfa zêde hatibûn girtin, tîmên Şaredariya Bajarê Mezin û Şaredariya Pasûrê di saetên serê sibê de dest bi xebatê kirin.

Barîna berfê ya ku li navçeya Pasûrê bandora xwe zêde kir, bi taybetî li ser rêyên taxên gundewarî bandoreke neyînî li çûnûhatinê kir. Li navenda navçeyê stûriya berfê wek 10 santîmetre hat pîvan, lê li ciyên bilind û taxên gundewarî ev reqam carna gihîşt 20 santîmetreyan. Ji bo vekirina rêyên ku ji ber mercên nebaş ên hewayê hatibûn girtin, Serokatiya Daîreya Çêkirin, Parastin û Tamîrkirina Rêyan a Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê û tîmên Şaredariya Pasûrê bi awayekî koordîne ketin nav tevgerê. Di çarçoveya xebatên têkoşîna li dijî berfê de ku serê sibê zû hatin destpêkirin, li rêyên taxên gundewarî xebatên paqijkirina berfê û vekirina rêyan tên meşandin.

Xebatên ku bi heft tîmên cuda têne meşandin, bi awayekî ku hemû rêyên taxên navçeyê bigire nav xwe hatine plankirin. Tîm, bi taybetî ji bo ku di gihîştina nexweş, extiyar û welatiyên ku rewşa wan a lezgîn heye de tu pirsgirêk dernekevin, li ser rêyên sereke û pêşîn xebateke dijwar dimeşînin.

 

Image Gallery