Print this page

Hevşaredar Bucak bi nûnerên Eurocities re rûnişt û beşdarî civîna encumena TBB’ê bû

Hevşaredara Bajarê Mezin a Amedê Serra Bucak, bi şaredarên nûnerên Eurocities û Tora Bajarên Balkanê ya B40’ê re hat bal hev û beşdarî civîna meha sibatê ya encumena Yekîtiya Şaredariyên Tirkiyeyê (TBB) bû.

Civîna Encumena Yekîtiya Şaredariyên Tirkiyeyê (TBB), li avahiya xizmetê ya yekîtiyê ya li Enqereyê pêk hat. Civîn di bin serokatiya Cîgirê Serokê TBB’ê û Şaredarê Bajarê Mezin ê Mersinê Vahap Seçer de hat kirin; Hevşaredara Bajarê Mezin a Amedê Serra Bucak û endamên encumenê beşdarî civînê bûn.

Beriya civînê, endamên Encumena TBB’ê bi şaredar û rêveberên nûnerên Yekîtiya Bajarên Ewropayê (Eurocities) û Tora Bajarên Balkanê ya B40’ê re civiyan. Di hevdîtinê de mijarên hevkariya navneteweyî û piştgiriya rêveberiyên herêmî hatin nirxandin; bal hat kişandin ser xurtkirina demokrasiya herêmî ya li Tirkiyeyê, serweriya hiqûqê û parastina saziyên demokratîk.

Piştî serdana şaredaran, endamên encumena TBB’ê civîna xwe ya asayî ya meha sibatê li dar xist.

 

Image Gallery