Şanoya Bajêr a Şaredariya Mezin a Amedê (DBŞT), berhema girîng a William Shakespeare "Xewna Şeveke Havînê" bi adaptasyoneke kurdî bir ser dikê. Di promiyera ku li Navenda Çand û Kongreyê ya Çand Amedê pêk hat de, lîstik li ser piyan hat çepikandin û şeveke ji bîr nabe bi bîneran da jiyandin.
Komediya romantîk a Shakespeare ku wekî çîrokên ji bo mezinan tê qebûlkirin, bi performansa lîstikvanên DBŞT’ê bi kurdî li Navenda Çand û Kongreyê ya Çand Amedê hat pêşkêşkirin. Lîstika ku bi wergera Kawa Nemir a bi navê Xewna Şeveke Havînê derkete pêşberî bîneran, kêliyên pir xweş bi hunerhezan da jiyandin.
Beşdarên promiyera lîstikê Cîgira Sekreterê Giştî yê Şaredariya Mezin a Amedê Muhabbet Erdogmuş, serokên daîreyan û gelek şanohez bûn. Di dema lîstikê de li salonê gelek caran dengê çepik û kenê bîneran olan da.
Di lîstika ku Ferhad Feqî derheneriya wê kiriye de; Berfin Emektar, Halit Aslan, Mesut Erenci, Nurşen Adiguzel, Nazmi Karaman, Ozcan Ateş, Omer Akkan, Perînaz Delazy, Sena Ozbey, Sakîna Aktaş, Şahperî Alphan, Şehabettin Dag, Yavuz Akkuzu û Zeycan Ateş rol girtin.
Di dawiya nîşandanê de Cîgira Sekreterê Giştî Muhabbet Erdogmuş, ji ber performansa wan lîstikvan pîroz kirin û kulîlk pêşkêşî wan kirin.
Lîstika ku çîroka mirovên di şerê desthilatdariyê yê xwedayan de hatine bêaqilkirin vedibêje û di daristanekê de derbas dibe, li ser temayên evîn, sêwir û xapandinê ava dibe. Di berhemê de, bi dîtina cihê rast a tilsiman re evîndar bi awayekî rast li hev tên; hemû ecêbiyên ku sêwiran peyda kirine jî bi xewnekê têne nixumandin.
Xewna Şeveke Havînê, wê di 28’ê Sibatê roja Şemiyê saet 20.30’an de li Navenda Çand û Kongreyê ya Çand Amedê bi bîneran re berdewam bike.