Print this page

Hevşaredar Bucak, beşdarî galaya fîlma ‘Uçan Köfteci’ bû

Hevşaredara Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê Serra Bucak, tevli galaya fîlma “Uçan Köfteci” (Koftefiroşê Firinde) bû.

Rezan Yeşilbaş derhêneriya fîlmê dike. Fîlm, qala çîroka koftefiroş Kadir ê seyar dike, ku bi salan xewna firînê hebû û hewla wî ya ji bo pêkanîna vê xewnê vedibêje. Galaya fîlmê li Salona Sînemayê ya Ceylan AVM’ê hat lidarxistin.

Tevî Hevşaredara Şaredariya Bajarê Mezin Serra Bucak, Hevberdevka DBB’ê Demet Ceylan, Alîkarê Sekreterê Giştî Muhabbet Erdogmuş, hevşaredarên navçeyan, endamên meclisê û hezkiriyên sînemayê jî di galayê de cih girtin.

Piştî nîşandanê, derhêner û lîstikvanan spasiya Amediyan kirin.

 

Image Gallery