Print this page

Ji Hevşaredar Bucakê ji bo jinên esnaf ên li Sûrê serdana 8’ê Adarê

Hevşaredara Bajarê Mezin a Amedê Serra Bucak, di çarçoveya 8’ê Adarê Roja Jinên Kedkar ên Cîhanê de, li navçeya Sûrê serdana jinên esnaf kir, peyama piştgiriyê da û guh da daxwaz û pêşniyarên jinan.

Çalakiyên ku ji aliyê Serokatiya Daîreya Polîtîkayên Jinan ve ji bo 8’ê Adarê Roja Jinên Kedkar ên Cîhanê hatine organîzekirin, berdewam dikin. Hevşaredara Bajarê Mezin a Amedê Serra Bucak, tevî Hevşaredara Sûrê Fatma Gulan Onkol, endamên meclîsa DBB’ê, Alîkara Sekreterê Giştî Zerîn Turk û serokên daîreyan, li Taxa Cevat Paşa ya navçeya Sûrê serdana jinên esnaf kirin.

Di serdanan de bi jinên esnaf re sohbet hat kirin û broşurên agahdarkirinê yên ku bi Kurmancî, Zazakî û Tirkî hatine amadekirin li welatiyan hatin belavkirin. Di hevdîtinan de li ser wate û girîngiya 8’ê Adarê peyam hatin dayîn û daxwaz û pêşniyarên jinan hatin guhdarîkirin.

Hevşaredar Bucak di çalakiyê de axivî û diyar kir ku ew di çarçoveya 8’ê Adarê de giringiyê didin hatina bal hev a bi jinan re û wiha got: “Me xwest ku em jinan hem vexwînin bernameya 8’ê Adarê û hem jî rewşa karên wan li cihê wê bibînin. Em armanc dikin ku naveroka broşurên xwe parve bikin û xebatên xwe yên hişmendiyê bigihînin jinan.”

 

Image Gallery