Print this page

Parastina mîrateya dîrokî û çandî ya bajêr hat nirxandin

Hevşaredarên Bajarê Mezin a Amedê Serra Bucak û Dogan Hatun, ji bo parastina mîrateya dîrokî û çandî ya bajêr, hewzeyên avê, Çemê Dîcle û Baxçeyên Hewselê, bi nûnerên rêxistinên ekolojî û civaka sivîl re hatin bal hev.

Hevşaredarên Bajarê Mezin a Amedê Serra Bucak û Dogan Hatun ên ku li dijî projeyên ekoqiranê (qirkirina ekolojîk) û texrîbatên li ser mîrateya dîrokî û çandî ketin tevgerê; li Şaredariya Bajarê Mezin tevî Hevşaredara Sûrê Fatma Gulan Onkol, Komîsyona Jîngehê ya Baroya Amedê, Meclîsa Ekolojiyê ya Amedê û pêkhateyên meclîsê nûnerên platformên gel ên Licê, Pasûr û Pîranê hatin bal hev û nexşerêya ku dê bê şopandin nirxandin.

Di civînê de; parastina mîrateya dîrokî û çandî ya Amedê, parastina hewzeyên avê, pêşeroja Baxçeyên Hewselê, parastina qadên sîtê, statûya Çemê Dîcleyê, parastina sûran û li dijî projeyên ekoqiranê yên wekî maden û kargehên kevir, Santralên Hîdroelektrîkê (HES), Santralên Enerjiya Bayê (RES) û Santralên Enerjiya Rojê (GES) xetên têkoşîna îdarî, hiqûqî û pratîkî hatin destgirtin.

 

Image Gallery