Hevşaredarên Bajarê Mezin a Amedê Serra Bucak û Dogan Hatun, Cîgira Balyozê Enqereyê yê Swêdê Louise Morsing ezimandin.
Cîgira Balyozê Enqereyê yê Swêdê Louise Morsing û Sekreterê Yekem Filip Ahlborn, serdana Hevşaredarên Bajarê Mezin a Amedê Serra Bucak û Dogan Hatun kirin.
Hevşaredaran piştî pêşwazîkirinê, bi Morsing û Ahlborn re hevdîtinek pêk anîn. Di hevdîtinê de geşedanên rojane hatin nirxandin û li ser rêveberiyên herêmî danûstandina fikran hat kirin.
Hevşaredaran kêfxweşiya xwe ya ji ber serdanê anîn ziman û spasiya Morsingê kirin.