Tîmên DBBê daxwaz û hewcedariyên welatiyên temenmezin li cihê wan guhdar kirin

Tîmên Çareseriya li Cih ên Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê, li navçeyên Rezan (Baglar), Peyas (Kayapinar), Bajarê Nû (Yenişehir) û Sûrê welatiyên temenmezin li malên wan ziyaret kirin û daxwaz û pêşniyarên wan li cihê wan guhdar kirin.

Tîmên Çareseriya li Cih ku li ser navê Serokatiya Daîreya Çapemenî û Têkiliyên Gel xizmetê didin, xebatên xwe li gorî têgihîştina rêveberiya gel-navend didomînin. Tîmên ku bi armanca gihîştina rasterast a welatiyan a ji bo şaredariyê derketine qadê, bi welatiyên temenmezin ên li navçeyên Rezan, Peyas, Bajarê Nû û Sûrê re hatin bal hev.

Di vê çarçoveyê de tîmên ku li taxên her çar navçeyên navendî ziyaret pêk anîn, bi welatiyên temenmezin re rû bi rû axivîn û daxwaz, pêşniyar û hewcedariyên wan qeyd kirin.

Tîman di dema ziyaretan de bi welatiyan re sohbet kirin û pirsgirêkên ku di jiyana rojane de pê re rû bi rû dimînin û hewcedariyên wan guhdar kirin. Li gorî daxwazên hatine ragihandin, bi yekîneyên peywendîdar re têkilî hat deynîn û pêvajoyên çareseriyê hatin destpêkirin.

Her wiha tîman broşurên agahdarkirinê yên ku bi zimanên Tirkî, Kurmancî û Zazakî hatine amadekirin li welatiyan belav kirin; der barê xizmetên şaredariyê de agahî dan û setên hîjyenê diyarî kirin.

Di ziyaretan de hat bibîrxistin ku Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê 7 roj û 24 saetan xizmeta welatiyan dike. Hat diyarkirin ku welatî dikarin hewcedarî û daxwazên xwe bi rêya Navenda Bangê ya Alo 153 û xeta WhatsAppê ya bi nimreya 0412 153 00 00 ji şaredariyê re ragihînin.

 

Image Gallery

Salname Lêgerîn

« Adar 2026 »
Duş Sêş Çrş Pên İn Şem Yek
            1
2 3 4 5 6 7 8
9 10 11 12 13 14 15
16 17 18 19 20 21 22
23 24 25 26 27 28 29
30 31