Print this page

Amed di Fuara Borseya Tûrîzmê ya Berlînê de hat nasandin

Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê, beşdarî Fuara Borseya Tûrîzmê ya Navneteweyî ya Berlînê (ITB) bû ku yek ji mezintirîn organîzasyonên tûrîzmê yên cîhanê ye û potansiyela tûrîzmê ya bajêr ji torên tûrîzmê yên navneteweyî re da naskirin.

Fuara ITB Berlînê ku li paytexta Almanyayê Berlînê tê lidarxistin û îsal 60 saliya xwe pîroz dike, bi beşdariya zêdetirî 5 hezar û 800 fîrmayên ji 160 welatan deriyên xwe vekirin. Ji bilî Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê; Odeya Bazirganî û Pîşesaziyê ya Diyarbekirê (DTSO), Yekîneya Tûrîzmê ya Herêma Pîşesazî ya Organîze ya Diyarbekirê, Yekîtiya Otelgeran, Yekîtiya Şîrînîkeran, Yekîtiya Acenteyên Rêwîtiyê yên Tirkiyeyê (TURSAB), Midûriyeta Çand û Tûrîzmê ya Parêzgehê, rêberên tûrîzmê û karsaz jî beşdarî fuarê bûn.

Seroka Daîreya Karên Çandî, Hunerî û Civakî Zeynep Yaş a ku di fuarê de nûnertiya Amedê dikir, bi fîrmayên firoke û tûrê, tûr-operator û acenteyên rêwîtiyê re hat bal hev û der barê potansiyela tûrîzmê ya bajêr de hevdîtin pêk anîn. Di têkiliyan de ji bo gihandina dewlemendiya dîrokî, çandî û gastronomî ya Amedê ji torên tûrîzmê yên navneteweyî re nirxandin hatin kirin.

Di çarçoveya xebatên naskirinê yên li fuarê de, li ser hevkariyên ku dê beşdarî armancên tûrîzmê yên Amedê bibin û peywendiyên nû yên tûrîzmê, danûstandina ramanan hat kirin.

Fuar di 3yê Adarê de dest pê kir û dê heta 5ê Adarê berdewam bike. Fuar îsal bi temaya "Li pişt mîrateya 60 salî çîrokan keşf bikin" tê lidarxistin.

 

Image Gallery