Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê, di çarçoveya çalakiyên 8ê Adarê Roja Jinên Kedkar ên Cîhanê de, li taxa Silêmanan a ser bi navçeya Gêlê ve civîna jinan pêk anî.
Çalakiyên ku ji aliyê Serokatiya Daîreya Polîtîkayên Jinan ve bi boneya 8ê Adarê Roja Jinên Kedkar ên Cîhanê tên organîzekirin berdewam dikin. Di vê çarçoveyê de li taxa Silêmanan a Gêlê bernameyek hat lidarxistin. Seroka Daîreya Polîtîkayên Jinan Ozden Gurbuz Sumer, personelên yekîneyê û jinên taxê beşdarî bernameyê bûn.
Di civîna ku jinan ezmûn û pirsgirêkên xwe rasterast parve kirin de, girîngiya polîtîkayên rêveberiyên herêmî yên ku jiyana jinan xurt dikin hat destnîşankirin. Her wiha di civînê de xebatên ji bo ku jin di her qada jiyana civakî de bi awayekî wekhev û azad cih bigirin, hatin gotûbêjkirin.
Mekanîzmayên piştgiriyê hatin vegotin
Di civînê de bal hat kişandin ser wate û girîngiya dîrokî ya 8ê Adarê Roja Jinên Kedkar ên Cîhanê û neheviyên ku jin pê re rû bi rû dimînin hatin nirxandin. Der barê xebatên Daîreya Polîtîkayên Jinan de agahî dan beşdaran û mekanîzmayên piştgirî û piştevaniyê yên ku jinên rûbirûyî tundî, cudakarî yan jî pirsgirêkên cuda dibin dikarin serî lê bidin, hatin vegotin.
Di bernameyê de vîdyoyek ku projeyên Daîreya Polîtîkayên Jinan ên di sala 2025an de pêk anîne dihewîne, hat nîşandan. Di vîdyoyê de xebatên ku armanc dikin jin di warên civakî, aborî û çandî de xurt bibin, hatin parvekirin.
Jinan jî daxwaz û pêşniyarên xwe yên têkildarî taxê anîn ziman. Jinan daxwazên xwe yên wekî avakirina kooperatîfan, çareserkirina pirsgirêkên av û rê û zêdekirina xebatên dermankirinê parve kirin.
Bername bi belavkirina broşurên agahdarkirinê yên ku bi Kurmancî, Zazakî û Tirkî hatine amadekirin bi dawî bû.
Â
