Print this page

Hevşaredar Bucak lîstika ‘Jîn’ê bi jinan re temaşe kir

Hevşaredara Bajarê Mezin a Amedê Serra Bucak, lîstika “Jîn”ê ya ku ji aliyê Şanoya Bajêr a Amedê (DBŞT) ve di çarçoveya 8’ê Adarê Roja Jinan a Cîhanê de hat pêşkêşkirin, temaşe kir.

Çalakiyên ku ji aliyê Serokatiya Daîreya Polîtîkayên Jinan ve di çarçoveya 8’ê Adarê Roja Jinan a Cîhanê de tên birêvebirin berdewam dikin. Di vê çarçoveyê de li Navenda Çand û Kongreyê ya Çand Amedê lîstika Şanoya Bajêr a Şaredariya Bajarê Mezin (DBŞT) ya bi navê “Jîn” hat pêşandan.

Lîstika ku ji aliyê lîstikvanên jin ve hat pêşkêşkirin; Hevşaredara Bajarê Mezin a Amedê Serra Bucak, hevşaredarên navçeyan, Alîkara Sekreterê Giştî Muhabbet Erdogmuş, endamên meclîsa DBB’ê û gelek jinan temaşe kir.

Jinan bi eleqeyeke mezin temaşe kir

Lîstika “Jîn”ê ya ku bi zimanê bedenê têkoşîna jinan û şêwazên serederiya bi şînê re vedibêje, ji aliyê jinan ve bi eleqeyeke mezin hat şopandin. Temaşevanên ku car bi car bi hestiyar bûn, bi çepik û tîliyan piştgirî dan lîstikê. Piştî lîstikê şanoger li ser piyan hatin çepikandin.

Hevşaredar Bucak: Ev lîstik dîroka jinên Kurd vedibêje

Hevşaredar Serra Bucak piştî lîstikê axivî û diyar kir ku dîtina van jinên têkoşer ên bi hev re wê bi kelecan dike û wiha got: “Destê hemû jinên hunermend sax be. Ez vê lîstikê cara duyemîn e temaşe dikim lê heyecana min wek roja yekemîn e. Ji ber ku hemû kesên li ser dikê jin in, yên lîstik amade kirine jî jin in. Derhêner jin e, fikir û raman ji felsefeya jinê çêbûne. Lewma ev lîstik gelekî bi qîmet e.”

Hevşaredar Bucak bal kişand ser wê yekê ku lîstik ronahiyê dixe ser dîroka jinên Kurd û got: “Di vê dîrokê de êş û xem heye, têkoşîna li dijî zilm û zorê heye. Di gel vê yekê hêviyeke mezin jî heye. Jinên Kurd îro bi felsefe û tecrubeya ‘Jin, Jiyan, Azadî’ li her derê herêmê û li çar aliyê cîhanê têdikoşin.”

Bucak diyar kir ku şano di guherîna civakî de hêzeke girîng e û got ku xebatên bi vî rengî keda têkoşîna civaka azad mezin dikin.

Banga mitînga 8’ê Adarê ji bo jinan

Hevşaredar Bucak bi bîr xist ku di çarçoveya xebatên 8’ê Adarê de li seranserê bajêr gelek çalakî hatine organîzekirin û diyar kir ku li gund û taxan bi sazî û platformên jinan re bernameyeke berfireh hatiye amadekirin. Bucak anî ziman ku divê rêxistinbûn û piştgiriya jinan bê xurtkirin û wiha got: “Roja Yekşemê di 8’ê Adarê de mitînga me heye. Em bang li hemû jinên Diyarbekirî dikin ku li Meydana Îstasyonê werin cem hev. Em ê dengê jinan bi hev re bi bilindî biqîrin.”

Hevşaredar Bucak kulîlk dan lîstikvanan

Hevşaredar Bucak piştî axaftina xwe, lîstikvan ji ber performansa wan pîroz kirin û kulîlk diyariyî wan kirin.

Werger: Omer Dilsoz

 

Image Gallery