Perwerdeyên Serhêl ên Qonaxa 2’yemîn a Bajarên Jindost (BJD), ku di çarçoveya faza sêyemîn a Bernameya Bajarên Jindost (BJD III) de bi koordînasyona Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê tê birêvebirin, berdewam dikin.
Perwerdeya ku di çarçoveya bernameya bi koordînasyona herêmî ya Serokatiya Daîreya Polîtîkayên Jinan tê meşandin, ji Salona Çand û Kongreyê ya Çand Amedê bi awayekî serhêl hat lidarxistin. Di perwerdeyên ku di 24’ê Sibatê û 3’yê Adarê de hatin lidarxistin de, ji 15 serokatiyên daîreyan ên şaredariyê rêveber û xebatkar beşdar bûn. Her wiha nûnerên Komeleya Pisporên Karên Civakî (SHUDER), Weqfa KAMER, Komeleya Berê Zarok, Komeleya Jinan a Rosa, Komeleya Dadwerî Ji Bo Zarokan û Komeleya Çand Huner û Wêjeyê ya Jinan (KASED) ku di Koma Saziyên Civakî yên Bajarên Jindost de cih digirin, beşdarî bernameyê bûn.
Mijara daneyên wekhevîxwaz hatin girtin
Di perwerdeyên ku bi mebesta pêşkêşkirina piştgiriya teknîkî ji bo pêvajoyên sepandina bernameyê hatin kirin de, bi sernavên “Dane û Analîzên bi mebesta Wekheviyê” û “Budceya Hesas a li hemberî Zayendê” pêşniyar hatin kirin.
Di pêşniyaran de hat destnîşankirin ku Budceya Hesas a li hemberî Zayenda Civakî (TCDB), stratejiyek e ku tê de hemû qonaxên pêvajoya budceyê bi berçavgirtina pêdivî û mafên jin û mêran têne avakirin û nirxandin. Hat diyarkirin ku TCDB nayê wateya amadekirina budceyên cuda ji bo jin û mêran; armanc ne zêdekirina lêçûnên giştî ye, lê plansazkirina çavkaniyên heyî bi perspektîfa wekheviya zayenda civakî ye.
Di pêşniyaran de her wiha bal hat kişandin ser nehaheviyên di warê gihîştina çavkaniyên civakî û kontrolkirina van çavkaniyan de û hat diyarkirin ku şaredarî di warê tespîtkirin û rakirina van neheviyan de û di pêşxistina polîtîkayan de roleke girîng dilîzin.
Perwerdeyên Qonaxa 2’yemîn a BJD’ê, dê di 24’ê Adarê de bi rûniştina bi sernavê “Pêşxistina Çavkaniyan” bi dawî bibe.
Bi perwerdeyên ku di çarçoveya Bernameya Bajarên Dostên Jinan de bi hevkariya Yekîtiya Şaredariyên Tirkiyeyê (TBB) û Fona Nifûsê ya Neteweyên Yekbûyî (UNFPA) têne meşandin, armanc ew e ku ji bo pêşxistina Planên Çalakiyê yên Wekheviya Herêmî (YEEP) piştgiriya teknîkî bê peyda kirin. Bername, bi koordînasyona Serokatiya Yekîtiya Ewropayê ya Wezareta Karên Derve û di çarçoveya Bernameya IPA III ya Yekîtiya Ewropayê de tê fînansekirin.