Hevşaredarên Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê Serra Bucak û Dogan Hatun, xebatên binesaziya ava vexwarinê yên ku Midûriyeta Giştî ya DÎSKÎyê li navçeya Pîranê dimeşîne li cihê wê lêkolîn kirin û ji ekîbên teknîkî agahî girtin.
Hevşaredarên Şaredariya Bajarê Mezin Serra Bucak û Dogan Hatun, xebatên binesaziya ava vexwarinê yên ku ji aliyê Îdareya Av û Kanalîzasyonê ya Amedê (DÎSKÎ) ve li navçeya Pîranê tên meşandin li cihê wê lêkolîn kirin. Di çarçoveya bernameya lêkolînê de li Îstasyona Pompayê ya Sereke ya Bendava Pîranê, li Bendava Pîranê û Îstasyona Pompayê ya Lezgîn nirxandinên teknîkî hatin kirin.
Binesaziya ava vexwarinê li cihê wê hat nirxandin
Hevşaredaran di çarçoveya bernameyê de pêşî li Îstasyona Pompayê ya Sereke lêkolîn kirin û der barê kapasîteya xebatê ya tesîsê, pêvajoyên gihandina avê û mekanîzmayên destwerdanê yên li dijî xesarên gengaz de ji ekîbên teknîkî agahî girtin.
Hevşaredar paşê derbasî Bendava Pîranê bûn û der barê rola bendavê ya di dabînkirina ava vexwarinê ya Amedê de, rezervên avê û rewşa xetên gihandinê de agahiyên berfireh girtin. Hevşaredaran bal kişandin ser girîngiya parastina çavkaniyên avê yên bajêr û bihêzkirina binesaziyê.
Îstasyona Pompayê ya Lezgîn
Rawestgeha dawî ya bernameya lêkolînê Îstasyona Pompayê ya Lezgîn bû. Hevşaredarên ku serdana îstasyonê kirin, li bêjara der barê pergala xebata pompayan, pêvajoyên lênêrînê û binesaziya teknîkî ya ku ji bo gihandina avê ya ji bo niştecihan tê bikaranîn guhdarî kirin. Di lêkolînan de, xebatên ku bi mebesta xebata bi berhem a xetên gihandina avê û tespîtkirina xesarên gengaz ji berê ve tên meşandin, hatin nirxandin.
Her wiha, der barê xebatên tamîrkirinê yên têkildarî xesara ku hefteya borî di xeta kolektorê ya sereke ya di navbera Bendava Pîranê û îstasyona pompayê ya ku xeta îsale ya sereke xwedî dike de agahî hat dayîn. Hat diyarkirin ku li dijî neyêniyên gengaz, li ser xetên alternatîf û vebijarkên çareseriyê jî xebat tên meşandin.
Hevşaredaran di dema lêkolînan de bal kişandin ser girîngiya xizmetdayîna binesaziya ava vexwarinê ya bi awayekî domdar, ewle û bênavber.
Di bernameya lêkolînê de Sekreterê Giştî yê Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê Serdar Bakiroglu, Midûrê Giştî yê DÎSKÎyê Mehmet Şerifoglu, Alîkarê Midûrê Giştî Serdar Aslan, endamên meclîsê û serokên daîreyan ligel Hevşaredaran bûn.
Werger: Omer Dilsoz