Print this page

Ji bo zarokan dema atêlyeyê ye, qeyd dest pê dikin

Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê, bi armanca piştgirîkirina geşedana civakî, çandî û hişî ya zarokan, qeydên xebatên atêlyeyê yên ku dê di 8 beşên cuda de werin lidarxistin, di navbera 9-18ê Adarê de werdigire.

Serokatiya Daîreya Xizmetên Civakî, ji bo derxistina behreyên veşartî yên zarokan û ji bo qezenckirina jêhatîbûnên nû, xebatên curbecur ên atêlyeyê dixe meriyetê. Ji bo çalakiya perwerdehiyê ya ku piçûk dê behreyên xwe kifş bikin û gavan bavêjin serdemeke tije, pêvajoya qeydkirinê dest pê dike.

Qeyd dê li Sumerparkê werin kirin

Qeydên atêlyeyên ku li gorî daxwaz û eleqeya zarokan bi hûrgilî hatine diyarkirin, dê di navbera 9-18ê Adarê de li Midûriyeta Şaxa Xizmetên Zarokan a ku li Qada Jiyana Hevpar a Sumerparkê ye, werin girtin. Zarokên ku dixwazin beşdarî atêlyeyan bibin, dê serlêdanên xwe ligel weliyên xwe bikin.

Saetên perwerdehiyê li gorî bernameya dibistanê ne

Perwerdehiyên di 8 beşên cuda de ku kontenjana wan sînorkirî ye, bi awayekî ku perwerdehiya fermî ya zarokan asteng neke, di du demên cuda de wekî sibeh û piştî nîvro hatin plankirin. Piştî pêvajoya serlêdanê, agahdariya pêwîst ji bo xwendekarên ku mafê perwerdehiyê bi dest xistine, dê ji aliyê Serokatiya Daîreya Xizmetên Civakî ve were kirin.

Ji bo zarokên 4-14 salî di qadeke berfireh de perwerde

Atêlyeyên ku dê di 23yê Adarê de li Qada Jiyana Hevpar a Sumerparkê dest pê bikin, ji bo hemû zarokên di navbera 4 û 14 salî de ne. Di bernameya ku dê di bin çavdêriya perwerdekarên pispor de werin meşandin de ev beş hene: “Îngilîzî, wênesazî, kodkirina robotîk, lîstikên hiş û zekayê, dramaya afirîner û muzîk-rîtm.”

Her wiha bi armanca pêşxistina behreyên ramanî yên analîtîk û jîngehparêzî; hunera li ser bingeha ekolojîk, P4C (Felsefe ji bo zarokan) û atêlyeya pêlîstokên darîn jî di nav sernavên balkêş ên bernameyê de ne.

 

Image Gallery