Hevşaredara Bajarê Mezin a Amedê Serra Bucak, di vekirina pêşangeha wênekêş Gokhan Aslan a bi navê “Dilsiz Belleğin İzdüşümü” (Aşopa Bîra Lal) de bal kişand ser girîngiya jinan. Bucak diyar kir ku vegotina çîrokên jinên ku ji dîrok, berxwedan û keda hezar salan a Mezopotamyayê parzûn bûne û îro pêşengiyê dikin, berpirsiyariyeke mezin e.
Pêşangeha ku ji wêne û peykerên Gokhan Aslan pêk tê, li Mala Çand û Hunerê ya Weqfa Nasandin, Çand û Piştevaniyê ya Diyarbekirê (DÎTAV) hat vekirin. Pêşangeha ku diyarî 8’ê Adarê Roja Jinên Kedkar ên Cîhanê hat kirin; bi beşdariya Hevşaredar Serra Bucak, endamên Meclîsa DBB’ê, Serokê Şaxa DÎTAV’ê ya Amedê Şeyhmus Diken û gelek hunerhezan dest pê kir.
Di vekirinê de wênekêş Gokhan Aslan diyar kir ku wan ji ber Roja Jinên Kedkar biryara çalakiyeke wiha daye. Kurator Ozlem Atalay jî anî ziman ku armanca wan bi vê pêşangehê vegotina berxwedana jinên Mezopotamyayê ye.
Hevşaredar Bucak: Ji bo bajarê me bi qîmet e
Hevşaredar Serra Bucak spasiya kedkarên pêşangehê kir û got ku huner xwedî hêzeke guherîner û veguherîner e. Bucak anî ziman ku mazûvaniya DÎTAV’ê ji bo pêşangehên wiha û pêşengiya wê ya ji bo nîqaşên civakî, pirzimanî û piralî, ji bo bajêr pir bi qîmet e.
‘Amed bajarê çand û hunerê ye’
Bucak destnîşan kir ku Amed bajarekî çand û hunerê ye û ev ne gotineke pûç e, lê encama ezmûn û keda salan e. Bucak got ku ew têgeha rêveberiya herêmî tenê bi şaredariyan sînordar nakin; civaka sivîl, hunermend û hemû saziyên hunerî wekî perçeyekî vê felsefeyê dibînin.
‘Vegotina jinên Mezopotamyayê ne hêsan e’
Bucak diyar kir ku vegotina jinên Mezopotamyayê ne karekî hêsan e û wiha berdewam kir: "Vegotina çîrokên jinên ku ji dîroka hezar salan û berxwedanê tên, berpirsiyariyeke girîng e." Bucak spasiya hunermendên ku nirxên jinan bi hunerê didin nîşandan kir û 8’ê Adarê li hemû jinan pîroz kir.
Pêşangeh dê mehekê ji bo serdanê vekirî be.
Werger: Omer Dilsoz