Hevşaredarê Bajarê Mezin ê Amedê Dogan Hatun, beşdarî bernameya danasîna (lansman) rapor û rêbera dêûbavan a ku li ser perwerdekirina zarokên pirzimanî hatî amadekirin, bû.
Bi piştgiriya Weqfa Lêkolînên Civakî û Perwerdeya Bi Hev Re Jiyanê (BEYATEV), rapora bi navê “Derfet û Astengiyên Perwerdekirina Zarokên Pirzimanî” û rêbera dêûbavan a ji bo malbatên pirzimanî hat danasîn. Bername li Navenda Çand û Kongreyê ya Çand Amedê pêk hat. Tevî Hevşaredar Dogan Hatun; Midûrê Şaxa Parastin û Pêşxistina Ziman Tahir Baykuşak, nûnerên saziyên sivîl û gelek welatî beşdar bûn.
Girîngiya veguhastina zimanê dayikê
Hevşaredar Dogan Hatun di bernameyê de axivî û bal kişand ser xebatên beriya 5-6 salan ku li taxa Kaynartepeyê ya Baglarê hatibûn kirin. Hatun diyar kir ku encamên anketên wê demê nîşan dane ku parastina zimanê dayikê û veguhastina wî ya ji bo nifşên nû çiqas girîng e. Hatun destnîşan kir ku axaftina zimanê dayikê di nava malbatê de û hînbûna zarokan ji bo berdewamiya çandê nirxekî mezin e. Her wiha anî ziman ku parastin û zindîhiştina zimanê dayikê ji bo xurtkirina hafizeya civakî berpirsiyariyeke girîng e.
Pirzimanî dewlemendî ye
Lêkolîner û nivîskarên ku di bernameyê de axivîn, der barê pêvajoya amadekirina rêberê, xebatên qadê û naveroka raporê de agahî dan. Hat diyarkirin ku di xebatê de ezmûnên malbatên pirzimanî, pêvajoyên hînbûna zimanê dayikê ya zarokan û zehmetiyên ku derdikevin pêş hatine nirxandin. Lêkolîneran dan zanîn ku pirzimanî ji bo geşedana zarokan feydeyekî mezin e û parastina zimanan ji bo pirrengiya civakî girîng e.
Rêbera dêûbavan a ku hatî amadekirin, armanc dike ku ji bo perwerdekirina zarokan di nav jîngehek pirzimanî de, agahiyên rêberiyê bide malbatan.
Werger: Omer Dilsoz
