Print this page

Hevşaredar Hatun bi nûnerên sektora tekstîlê re di fitarê de hat cem hev

Hevşaredarê Bajarê Mezin ê Amedê Dogan Hatun, beşdarî bernameya fitarê ya ku ji aliyê DTÎOSB û GUNTÎAD'ê ve hatibû amadekirin bû.

Hevşaredarê Bajarê Mezin ê Amedê Dogan Hatun, di bernameya fitarê ya ku ji aliyê Herêma Pîşesaziya Organîze ya Pispor a Tekstîlê ya Amedê (DTÎOSB) û Komeleya Karsaz û Pîşesazên Tekstîlê ya Başûrê Rojhilat (GUNTÎAD) ve li oteleke bajêr hatibû lidarxistin de cih girt. Di bernameya ku nûnerên sektora tekstîlê û karsaz hatin cem hev de, hevşaredarên navçeyan, endamên meclîsa şaredariyê û nûnerên saziyên civakî yên sivîl jî amade bûn.

Di bernameya fitarê de li ser aboriya bajêr, rewşa heyî ya sektora tekstîlê û derfetên geşepêdanê pevguherîna ramanan hat kirin. Beşdaran li ser pirsgirêkên ku sektor pê re rû bi rû ye û pêşniyarên çareseriyê nirxandin kirin.

 

Image Gallery