Hevşaredara Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê Serra Bucak a ku beşdarî mîtînga 8’ê Adarê Roja Jinên Kedkar ên Cîhanê ya li Meydana Îstasyonê hat lidarxistin bû, diyar kir ku têkoşîna birêxistinkirî ya jinan dê di avakirina civakeke azad û aştîxwaz de diyarker be.
Mîtîng ji aliyê Tevgera Jinên Azad (TJA) û Platforma Jinan a Dicle Amedê (DAKP) ve di çarçoveya 8’ê Adarê Roja Jinên Kedkar ên Cîhanê de li Meydana Îstasyonê ya Amedê hat lidarxistin. Jinên ku ji deverên cuda yên bajêr hatin, li meydanê civiyan û 8’ê Adarê pîroz kirin.
Hevşaredara Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê Serra Bucak, Hevseroka Giştî ya Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) Çîgdem Kiliçgun Uçar, parlamenterên jin, Hevberdevka Meclîsa DBB'ê Demet Ceylan, hevşaredarên navçeyan, nûnerên rêxistinên jinan û gelek jin beşdarî mîtîngê bûn. Beşdar bi sloganan û pankartan li qadê li hev civiyan.
Hevşaredar Serra Bucak jî tevî jinên ku bi kortejê dimeşiyan, li ber AZC Plazaya li Semta Ofîsê ya navçeya Yenîşehîrê hatin bal hev. Korteja ku ji vir bi rê ket, heta Meydana Îstasyonê meşiya û gihîşt qada mîtîngê.
Li qada mîtîngê amadebûna jinan bi kincên wan ên herêmî dîmenên rengîn derxistin holê û jinan 8’ê Adarê Roja Jinên Kedkar ên Cîhanê bi piştgirî û coşeke mezin pîroz kirin.
Hevşaredar Bucak: Jin ji bo mafên xwe têdikoşin
Hevşaredar Bucak di mîtîngê de axivî, silav li beşdaran kir û bal kişand ser ku jin li çar aliyê cîhanê ji bo maf û hebûna xwe têdikoşin. Hevşaredar Bucak bal kişand ser berxwedana jinên herêmê û diyar kir ku têkoşîna birêxistinkirî ya jinan dê di avakirina civakeke azad û aştîxwaz de bibe diyarker.
‘Li her derê em xwe birêxistin bikin’
Hevşaredar Bucak bal kişand ser têkoşîn û biryardariya jinan û destnîşan kir ku divê jin di her qada jiyanê de xwe birêxistin bikin û wiha axivî:
"Bila jin ber bi jiyaneke nû û jiyaneke yekbûyî ve xwe birêxistin bikin. Ew rêxistinbûn îro li Amedê, duh li Batmanê bû; sibê jî dê di her qad û her qonaxa jiyanê de be. Ev rêxistinbûn dê ji bo me bibe pêşeng û rêber. Niha em dibêjin; dem dema jinê ye. Li bajar, li kolan, li gund, li her derê em jin xwe birêxistin bikin. Dem dema jinê ye, dem dema aştiyê ye; divê em vê pêvajoya aştiyê baş fêm bikin, piştgiriyeke xurt bidinê û jê re pêşengiyê bikin. Ez silav û hezkirinên xwe ji dayikên hêja re dişînim; hêvî dikim ku 8’ê Adarê ji bo me hemûyan, ji bo jinên kurd, ji Amedê heta Rojava û Rojhilat ji bo hemû jinan pîroz be. Bijî yekîtiya jinan, bijî azadiya jinan: Jin, Jiyan, Azadî!"
Werger: Omer Dilsoz