Print this page

Armanca Tîma Hentbolê ya DBB’ê Lîga Super e

Tîma Hentbolê ya Şaredariya Bajarê Mezin a Diyarbekirê (DBB), piştî serkeftina di sezona 2025-2026’an de ma fînala çarkunç (Dörtlü Final). Tîm dê ji bo derketina Lîga Super di navbera 12-14’ê Adarê de li Enqereyê derkeve ser parkeyê.

Tîma Şaredariya Bajarê Mezin a Diyarbekirê ku piştî derketina ji Lîga 2'yan ber bi Lîga 1'ê ve performansa xwe ya bi îstîkrar domand, di 14 maçan de 10 serkeftin, 1 wekhevî û 3 têkçûn girtin û di qonaxa yekem de li Eskîşehîrê play-off lîst.

Serkeftina Play-offê Deriyê Fînala Çarkunç Ve-kir

Tîma hentbolê ya ku di bin banê Serokatiya Daîreya Xizmetên Ciwan û Werzîşê de xebatên xwe dimeşîne, di navbera 27’ê Sibatê û 1’ê Adarê de li Eskîşehîrê di maçên play-offê de li hemberî Bolu H. Vakıfspor, İstanbul Irmakspor û Adana Sarıçam Belediyesporê lîst.

Tîma DBB’ê ku di tura play-offê de lîstika xwe ya bi bandor domand, maf girt ku di fînala çarkunç de cih bigire. Ev qonaxa dawî ya ji bo Lîga Super e û dê di 12-14’ê Adarê de li Enqereyê pêk bê.

Şaredariya Bajarê Mezin a Diyarbekirê dê di fînala çarkunç de bi tîmên Adana Sarıçam Belediyespor, Klûba Werzîşê ya Amasya 22 Haziran û Klûba Werzîşê ya Göztepeyê re rûbirû bibe.

Armanc Cihgirtina di Du Rêzên Pêşîn de ye

Tîma Hentbolê ya Şaredariyê dixwaze bi performansa xwe ya di qonaxa fînalê de di nav du rêzên pêşîn de cih bigire û derbikeve Lîga Super. Ji bo vê yekê amadekariyên xwe bê navber didomîne.

Serronkerê (Antrenör) tîmê Erdal Aydın diyar kir ku ji serê sezonê ve bala wan li ser vê armancê ye û piştî maçên dijwar tecrubeyên girîng bi dest xistine.

‘Em Dixwazin Diyarbekirê di Lîga Super de Nûnertî Bikin’

Aydın da zanîn ku wan lîg di rêzên jor de qedandiye û wiha got: “Em ji bo riya Lîga Super bêyî ku tempoya xwe daxînin dixebitin. Di vê pêvajoyê de konsantrasyona bilind şert e. Werzişvanên me dixwazin berhema keda xwe bigirin û bi şampiyoniyê Diyarbekirê di Lîga Super de nûnertî bikin.”

Bang li Werzişhezên Diyarbekirî Hate Kirin

Antrenora hentbolê Berçem Demirel jî bal kişand ser baweriya tîmê û bang li hemû Diyarbekiriyên li Enqereyê kir ku piştgiriyê bidin tîmê. Demirel got: “Wekî tîm me ji bo hatina vir pir xebat kir. Em di Fînala Çarkunç (Final Four) de ne. Em li benda werzişhezên Diyarbekirî ne ku werin tribûnan û piştgiriyê bidin me.”

‘Bi Piştgiriya Şaredariyê Pêşketin Çêbû’

Kaptanê tîmê Hüseyin Yıldız jî diyar kir ku ew dixwazin performansa xwe ya sezonê bi kupayekê tacîdar bikin û got: “Kadroryeke me ya baş a lîstikvan û antrenoran heye. Em ji saziya xwe piştgiriyeke xurt digirin.”

Yıldız anî ziman ku li Diyarbekirê gelek salan di şaxê hentbolê de kêmasiyeke mezin hebû, lê bi saya piştgiriya şaredariyê ya salên dawî, di vê qadê de pêşketineke girîng çêbûye.

 

Image Gallery