Protokola ku di navbera Şaredariya Bajarê Mezin a Diyarbekirê (DBB) û kooperatîfên otobusên gel ên taybet de hat îmzekirin, dê bibe sedem ku şaredariya gelperest di qada veguhastinê de jî pêk were. Serokê Daîreya Veguhastinê Temel Cengiz, Endama Meclîsa Daîmî ya DBB’ê Gülay Kılıç û Endamê Komîsyona Veguhastinê ya DBB’ê Velat Aslan diyar kirin ku bi berfirehkirina qada kartên bêheq û daxistî, belavkirina pergala dravdana bi kartê, zêdekirina kontrolan û piştgiriya îstîhdamkirina şofêrên jin, dê di veguhastina nav bajêr de rihetiyeke girîng çêbibe.
Protokola ku di navbera Şaredariyê û kooperatîfên SS Öz Diyarbakır û SS 53 Nolu de hatibû îmzekirin ket meriyetê. Bi vê protokolê tê armanckirin ku otobusên taybet bikevin nav pergalê, xebatên veguhastinê bên qeydkirin, kalîteya xizmetê bilind bibe û welatî bi awayekî modern û bi rêkûpêk sûdê ji veguhastinê bigirin. Di çarçoveya protokolê de dravdana bi destan dê rabe, pergala elektronîk bê belavkirin, hejmara şofêrên jin bê zêdekirin û ji bo binpêkirina rêzikan ceza bên birîn.
Bi Protokolê Veguhastin Berfirehtir bû
Serokê Daîreya Veguhastinê Temel Cengiz da zanîn ku protokola par tenê ji bo kesên mafê siwarbûna bêheq hebû derbasdar bû, lê protokola îsal kêmendaman, welatiyên ser 65 salî re, xwendekaran, xwediyên kartên daxistî û aboneyan jî li xwe digire. Cengiz got: "Şaredarî hemû barê darayî girtiye ser xwe. Di protokolê de mijarên perwerdehiyê, îstîhdama jinan, kinc û bergên fermî û şopandina saetên rêgehan (guzergeh) bi pergalê hene."
‘Ji Bo Çareseriyê Em Ketin Tevgerê’
Endama Meclîsa Daîmî Gülay Kılıç anî ziman ku wan zehmetiyên welatiyên temenmezin û kêmendaman dikişandin xistine rojeva xwe. Kılıç diyar kir ku bi vê protokola nû re êdî bikarhênerên JINKART’ê jî dikarin ji otobusên gel ên taybet sûdê bigirin.
Statîstîkên ALO 153 û Kêmkirina Şikayetan
Kılıç destnîşan kir ku wan li gorî daneyên navenda banga ALO 153’yê îstatîstîkek derxistiye û got: "Piştî protokola par, şikayetan kêm bibûn. Lê niha bi vê protokola nû em soz didin ku %100’ê pirsgirêkan çareser bikin. Heya ku pirsgirêk bi tevahî biqedin, em ê xebatên xwe bidomînin."
‘Armanca Me Ji %20 Zêdetir E’
Derbarê îstîhdama şofêrên jin de Kılıç wiha axivî: "Em dibêjin herî kêm %20, lê armanca me hîn bilindtir e. Li otobusên şaredariyê me ev yek bi ser xist û gel pir jê razî ye. Niha em dixwazin di otobusên taybet de jî şofêrên jin hebin."
Piştî 1’ê Hezîranê Pergala bi Kartê Dest Pê Dike
Kılıç hişyarî da ku heya 1’ê Hezîranê dravdana bi destan (pereyê neqd) dê bi tevahî rabe û bang li welatiyan kir ku heya wê demê kartên xwe amade bikin. Ev yek dê bibe sedema veguhastineke konforlu û bi avantaj.
‘Bila Bawer Bin Ku Em Dê Zû Midaxele Bikin’
Kılıç anî ziman ku armanca Hevşaredaran û rêveberiyê ew e ku hemû kes bi wekhevî bigihîjin veguhastinê. Kılıç got: "Zabiteyên me yên mobîl dê di tevgerê de bin. Ji kerema xwe welatî her cure reftarên xirab ji ALO 153’yê re ragihînin. Bila bawer bin ku em ê zû midaxele bikin."
‘Em Dê Budceya Gel Ji Bo Gel Bikaranîn’
Endamê Komîsyona Veguhastinê Velat Aslan jî diyar kir ku şaredarî dê hemû lêçûnên kartên bêheq û yên daxistî (bi temamkirina heqê tam) bide kooperatîfan. Aslan got: "Şaredariya me şaredariyeke gelperest e û budceya gel ji bo gel bi kar tîne. Ev budçe dê rasterast biçe ji bo xizmeta gel."