Yekeya Sînemayê ya Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê Sînebîr, bernameya “Sînemaya Dawiya Hefteyê” bi bijarteya serdema nû dide destpêkirin. Di navbera 13’ê Adarê – 13’ê Hezîrana 2026’an de di nîşandanên bêpere de bi giştî 19 fîlm dê derkevin pêşberî sînemahezan.
Yekeya Sînemayê Sînebîr a ser bi Serokatiya Daîreya Çand Huner û Karên Civakî, bi bernameya Sînemaya Dawiya Hefteyê sînemahezên bajêr dîsa li ber perdeya spî dicivîne. Di çarçoveya bernameya ku dê di navbera 13’ê Adarê – 13’ê Hezîranê de were lidarxistin de, her dawiya hefteyê fîlmên cuda dê werin nîşandan.
Di bernameyê de 19 fîlm cih digirin
Bername dê sê mehan di rojên în, şemî û yekşemê de bi nîşandanên dewlemend bijarteyeke berfireh pêşkêşî temaşevanan bike. Di bernameya ku ji cure û vegotinên cuda pêk tê de bi giştî 19 fîlm hene. Bijarteya ku fîlmên ji bo zarokan û ji bo hemû temenan (giştî) dihewîne, armanc dike ku çanda sînemayê li bajêr xurt bike û dawiya hefteyan ji bo temaşevanan bike qadeke keyfê ya hevdîtinê.
Di çarçoveya bernameyê de di rojên cejnê de yên ku dikevin 20-21-22’yê Adarê, ji bo zarokan nîşandanên taybet ên fîlmên anîmasyonê dê werin lidarxistin.
Nîşandan dê li salona sînemayê ya Navenda Çand û Kongreyê ya Çand Amedê bi rengekî bêpere werin kirin. Fîlm dê bi vebijarkên jêrenivîsa tirkî û dublajê werin pêşkêşkirin û beşdar dikarin di ser Biletinial.com re cihê xwe veqetînin.
Bi derhêneran re hevpeyvîn dê werin kirin
Hinek fîlmên di bernameyê de, bi beşdariya derhêner û ekîbên fîlman dê werin nîşandan. Piştî nîşandanan dê hevpeyvîn werin lidarxistin û sînemahez dê bi sînemakaran re werin cem hev, li ser fîlman sohbet bikin û derfeta guhdarkirina pêvajoyên çêkirina fîlman bibînin.
Fîlmên di bernameyê de cih digirin
13–14–15’ê Adarê
Zarokên Kovboy – 13.00 (3+)
13–14’ê Adarê
Bacaklarım Olsaydı Seni Tekmelerdim – 20.00
15’ê Adarê
Kırık Terazi – 19.00
20–21–22’yê Adara 2026’an
Zarokên Kovboy – 13.00 (3+)
27–28–29’ê Adarê
Ormanın Süper Kahramanı – 13.00 (3+)
27–28’ê Adarê
Hind Rajab’ın Sesi – 19.30
3–4–5’ê Nîsanê
Ormanın Süper Kahramanı – 13.00 (3+)
3–4’ê Nîsanê
Senden Geriye Kalan – 19.30
10–11–12’yê Nîsanê
İkizler Takımı – 13.00 (3+)
10–11’ê Nîsanê
Üzgünüm Bebeğim – 19.30
17–18–19’ê Nîsanê
İkizler Takımı – 13.00 (3+)
17–18’ê Nîsanê
Ne Halt Ettiğinizi Biliyorum – 19.30
24–25–26’yê Nîsanê
Lassie: Yepyeni Bir Macera – 13.00 (3+)
24–25’ê Nîsanê
Hiçbir Şey Normal Değil – 19.30
1–2–3’yê Gulanê
Lassie: Yepyeni Bir Macera – 13.00 (3+)
1–2’yê Gulanê
Kayıtsız – 19.30
8–9–10’ê Gulanê
Orman Çetesi – 13.00 (3+)
8–9’ê Gulanê
Erken Kış – 19.30
15–16–17’yê Gulanê
Orman Çetesi – 13.00 (3+)
15–16’yê Gulanê
Manevi Değer – 19.30
22–23–24’ê Gulanê
Mavka: Ormanın Şarkısı – 13.00 (3+)
22–23’yê Gulanê
Amrum – 19.30
29–30–31’ê Gulanê
Mavka: Ormanın Şarkısı – 13.00
29–30’yê Gulanê
Kasırga – 19.30
5–6–7’ê Hezîranê
Mavka: Ormanın Şarkısı – 13.00 (3+)
12–13’ê Hezîranê
Gündüz Apollon Gece Athena – 19.30
Bi vê bijarteya fîlman a ku ji bo temenên cuda hatiye amadekirin, li Amedê dawiya hefteyan dê bi hevdîtinên sînemayê derbas bibe.