Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê, ji ber nêzîkbûna Cejna Remezanê, li seranserê bajêr kargehên ku şîranî, şekirok û çerezan difroşin kontrol kirin.
Şaredariya Bajarê Mezin, ji bo ku welatî beriya cejnê bigihîjin xurekên ewle û saxlem, xebatên xwe yên kontrolê zêde kirin. Di çarçoveya kontrolên ku ji aliyê tîmên Serokatiya Daîreya Karên Tenduristiyê û Serokatiya Daîreya Zabiteyê ve hatin meşandin de, li seranserê bajêr kargehên ku şîraniyê hildiberînin û difroşin hatin kontrolkirin.
Cihên hilberîn û firotina şîraniyê hatin kontrolkirin
Di çarçoveya kontrolan de, cihên çêkirina şîraniyê (îmalatxane), reyonên şîranî û şekirokan ên marketên mezin û kargehên firotina çerezan ji aliyê tîman ve yek bi yek hatin lêkolînkirin. Li kargehên ku beriya cejnê qerebalix in, ji bo pêşîgirtina li metirsiyên li ser tenduristiya welatiyan, kontrolên berfireh hatin kirin.
Mercên hîjyen û hilberînê hatin lêkolînkirin
Di kontrolên hatin kirin de, dîroka bikaranîna dawî ya hilberan, mercên hilberînê, qadên depokirinê û qaîdeyên hîjyenê bi hûrgulî hatin lêkolînkirin. Tîman her wiha guncanbûna madeyên xam, paqijiya qadên hilberînê û mercên depoyên sarincê jî kontrol kirin.
Guncanbûna li gorî qanûnan hat nirxandin
Di dema kontrolan de hat nirxandin ka kargeh li gorî qanûnên xurekê (mevzuat) hilberînê dikin an na; her wiha guncanbûna mercên teknîkî û fîzîkî yên li gorî rêziknameyan jî hat kontrolkirin.
Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê, dê bi armanca dabînkirina xurekên saxlem û ewle ji bo welatiyan, bi taybetî di van rojên beriya cejnê de xebatên xwe yên kontrolê berdewam bike.