Hevşaredarên Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê Serra Bucak û Dogan Hatun, beşdarî bernameya fitarê ya ku ji aliyê DSMMMO’yê ve hatibû organîzekirin bûn. Hevşaredar Bucak bal kişand ser girîngiya piştgiriyê û hêvî kir ku Newroza li pêşiya me û Cejna Remezanê bibe wesîleya bidawîbûna şer û zextan.
Hevşaredarên Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê Serra Bucak û Dogan Hatun, beşdarî bernameya fitarê ya ku ji aliyê Odeya Mişêwirên Darayî û Muhasebevanên Serbixwe yên Amedê (DSMMMO) ve li oteleke bajêr hatibû lidarxistin bûn.
Hevşaredara Bajarê Mezin Serra Bucak di bernameya fitarê de axivî û got: “Em spasiya DSMMMO’yê dikin ku îro em vexwendin vir û ev sifre û ev piştgiriya xwe bi me re parve kirin. Ez bixêrhatina ode û lijneyên rêvebir ên ku ji bajarên din ên herêma me hatine dikim. Di meheke wiha de parvekirina piştgiriyeke wiha gelekî bi qîmet e.”
Peyama 21’ê Adarê û Cejna Remezanê
Hevşaredar Bucak destnîşan kir ku civakîbûn dê bi hev re bê avakirin û wiha axivî: “Newroz li pêşiya me ye. Ez ji niha ve cejna bihar, berxwedan, azadî û têkoşînê ya hemû dostên hêja pîroz dikim. Bila 21’ê Adarê û Cejna Remezanê, di serî de li herêma me, bibe wesîleya jîngeheke ku şer, zext û pêkanînên antîdemokratîk bi dawî bibin.”