Hevşaredarên Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê Serra Bucak û Dogan Hatun, li Baxçeyên Hevselê yên ku di Lîsteya Kelepora Cîhanê ya UNESCOyê de cih digirin, bi cotkarên hilberîner re hatin cem hev û guhdariya daxwazên wan kirin.
Hevşaredarên Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê Serra Bucak û Dogan Hatun, tevî Hevşaredara Şaredariya Sûrê Fatma Gulan Onkol û ekolojîst Zeki Kanay, Baxçeyên Hevselê yên ku di Lîsteya Kelepora Cîhanê ya UNESCOyê de ne, ziyaret kirin. Hevşaredaran li herêmê lêkolîn pêk anîn û bi cotkarên ku li baxçeyan hilberînê dikin re hevdîtin kirin.
Hevşaredaran di dema ziyaretê de bi cotkaran re sohbet kirin û derbarê berhemên ku li Baxçeyên Hevselê tên çandin, kapasîteya hilberînê û potansiyela çandiniyê ya herêmê de ji hilberîneran agahî girtin.
Hevşaredaran guhdariya hilberîneran kir
Hevşaredar Bucak û Hatun, guhdariya daxwaz û pirsgirêkên hilberîneran kirin. Hevşaredar di ziyaretê de axivîn û diyar kirin ku Serokatiya Daîreya Xizmetên Gundewarî ya Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê derbarê Baxçeyên Hevselê de xebatên cihêreng dimeşîne û wiha gotin: “Em ê di demeke herî nêz de li vir binirxînin ka em dikarin bi hev re çi bikin.”
Hevşaredaran ji ber keda wan spasiya cotkaran kirin û bal kişandin ser wê yekê ku Baxçeyên Hevselê hem ji bo hilberînê hem jî ji bo mîrata xwezayî qadeke girîng e; her wiha teqez kirin ku parastina vê herêmê gelekî girîng e.
Cotkaran daxwazên xwe anîn ziman
Cotkarên ku di dema ziyaretê de axivîn, anîn ziman ku bi taybetî di mijara derfetên avdanê û firotina berhemên ku hildiberînin de pirsgirêkan dijîn. Hilberîneran diyar kirin ku di van mijaran de li benda piştgiriyê ne û pirsgirêkên xwe bi Hevşaredaran re parve kirin.