Tîmên Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê, bi helkefta Cejna Remezanê serdana 600 welatiyên hewcedar û temenmezin kirin ku berê bi xebatên qadê hatibûn tespîtkirin û pakêtên cejnê gihandin wan.
Serokatiya Daîreya Xizmetên Astengdar û Kesên Temenmezin, ji ber Cejna Remezanê giraniyê dide xebatên berpirsiyariya civakî. Tîmên şaredariyê deriyê 600 welatiyên temenmezin lêdan û hestên piştgiriyê yên Bajarê Mezin gihandin malên wan.
Di serdanan de ji bo pêşkêşkirina xizmeteke baştir û bi bandortir, daxwazên welatiyan jî hatin guhdarîkirin. Her wiha ji bo her malekê pakêtek ku tê de sembolên cejnê yên wekî kolonya, qehwe û şêranî hebûn, hatin dayîn.
‘Armanc ew e ku em bidin hîskirin em li cem wan in’
Midûrê Şaxa Kesên Temenmezin û Astengdar Diyar Oguzsoy derbarê xebatan de agahî dan û diyar kir ku di çarçoveya xebatên piştgiriya civakî de, wan pakêtên cejnê gihandine 600 welatiyên ku di qeyda wan de ne û xizmeta lênihêrîna kesane, paqijiya malê û tenduristiyê ji wan re dabîn dikin.
Oguzsoy bal kişand ser ruhê manewî yê cejnê û got: “Em bi çanda piştgiriyê serdana wan dikin daku ew hîs bikin ku em li cem wan in.”
‘Em dibin şirîkê kelecana wan a cejnê’
Oguzsoy destnîşan kir ku ji ber nêzikbûna cejnê ew dixwazin bibin şirîkê kelecana kal û pîran û bi hev re çanda yekîtiyê pêk bînin.
‘Em guh didin daxwaz û pêşniyarên wan jî’
Oguzsoy diyar kir ku pakêtên cejnê bi awayekî kevneşopî hatine amadekirin û wiha axivî:
“Em loqim, şêranî, qehwe û kolonyayê diyarî welatiyan dikin. Em bi taybetî kesên temenmezin ên ku bi tenê dijîn hedef digirin. Di çarçoveya serdanan de em pirsgirêk, gilî û daxwazên wan not dikin û xebatên xwe li gorî wê amade dikin.”