Bernameya Perwerdehiya Tenduristiya Jinan a Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê, ku bi armanca gihîştina jinan a agahiyên rast û pêbawer ên derbarê bedena wan de bi çalakiyên înteraktîf û pratîkî tê birêvebirin, berdewam dike.
Serokatiya Daîreya Polîtîkayên Jinan, Bernameya Perwerdehiya Tenduristiya Jinan li qadê pêk tîne. Bernameya ku piştî Navenda Jiyanê ya Jinan a Quçayê li Navenda Jiyanê ya Jinan a Koşuyoluyê jî hat destpêkirin, heftê rojekê di şêweyê grûpeke girtî de bi beşdariya 15 jinan tê domandin.
Bi bernameya ku bi nîqaşên înteraktîf ên parvekirina ezmûnên beşdaran û çalakiyên pratîkî tê meşandin; tê armanckirin ku bandorên neyeksaniya zayenda civakî yên li ser tenduristiya jinan ên wekî şîdeta li jinan, girêdayîbûna aborî û astengiyên di gihîştina xizmetên tenduristiyê de, werin xuyakirin.
Tê armanckirin ku di pêvajoyên biryardanê de bi hêz bibin
Di bernameya ku bi armanca agahdarkirina jinan a derbarê mafên tenduristiyê de tê meşandin de, rê û rêbazên daxwazkirina van mafan têne nîqaşkirin. Di dawiya bernameya ku dê 11 hefteyan bidome de, tê armanckirin ku jin bedena xwe nas bikin, pêvajoyên xwe yên fîzyolojîk fam bikin û di pêvajoyên biryardana derbarê tenduristiya xwe de bi hêz bibin.
Sernavên bernameya perwerdehiyê
Bernameya perwerdehiyê ya ku armanc dike piştgiriya di navbera jinan de xurt bike, ji van sernavan pêk tê: “Têkilî, Yeksanî/Neyeksaniya Zayenda Civakî, Şîdeta li ser Jinan, Balixbûn, Organên Hilberînê û Karên Wan, Tevgerên Parastina Tenduristiya Hilberînê, Tenduristiya Dê û Zarokan, Mafên Tenduristiya Seksî û Hilberînê, Menopoz û Tevgerên Parastina Tenduristiya Giştî.”