Serdana nûnerên sendîkayên Almanyayê bo Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê

 

Hevşaredara Bajarê Mezin a Amedê Serra Bucak, şandeya ji rêveberên sendîkayên girîng ên Almanyayê ver.di û GEW’ê pêk dihat, ezimand.

Şandeya ku ji rêveberên Sendîkaya Perwerde û Zanistê (GEW) û Sendîkaya Karûbarên Yekbûyî (ver.di) ya Almanyayê pêk dihat, serdana Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê kir. Endamên şandeyê Claudia Schiffmann, Patrick von Brandt, Barbara Nägele, Martin Pottel, Karlo Räcke, Senem Gülen-Räcke, Hilde Schäper, Anne Gerdrun, Volker Nüsse, Svenja Ketelsen, Klaus Becker û Andrea Keiz ji aliyê Hevşaredar Serra Bucak ve hatin pêşwazîkirin. Piştî pêşwazîkirinê, Bucak û endamên şandeyê hevdîtinek pêk anîn.

Di hevdîtinê de Hevşaredar Bucak, behsa qadên dîrokî yên Amedê yên ku di Lîsteya Mîrateya Cîhanî ya UNESCOyê de ne, potansiyela turîzmê ya bajêr û xebatên Şaredariya Bajarê Mezin kir.

Hevşaredar Bucak kêfxweşiya xwe ya ji bo vê serdanê anî ziman û spasiya nûnerên sendîkayan kir.

 

Hat ragihandin ku şande dê serdana qadên mîrateya çandî yên li Amedê jî bike.

 

Image Gallery

Salname Lêgerîn

« Adar 2026 »
Duş Sêş Çrş Pên İn Şem Yek
            1
2 3 4 5 6 7 8
9 10 11 12 13 14 15
16 17 18 19 20 21 22
23 24 25 26 27 28 29
30 31