Print this page

Bo 10 hezar û 793 kesan perê piştgiriya civakî hat razandin

Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê, beriya Cejna Remezanê piştgiriya civakî ya ji bo welatiyên hewcedar pêk anî. Di vê çarçoveyê de, di hesabê 10 hezar û 793 kesên xwediyê Karta Piştgiriya Civakî (SODES) de, ji bo her kesî 3 hezar TL hat razandin.

Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê, beriya Cejna Remezanê perê piştgiriya civakî ya ji bo welatiyên hewcedar, şand ser hesabên wan. Di xebata ku ji aliyê Serokatiya Daîreya Karûbarên Civakî ve hat meşandin de, piştgiriya madî ji welatiyên xwediyê Karta Piştgiriya Civakî (SODES) re hat dabînkirin.

Ji bo mezinkirina piştgiriyê û ji bo welatiyên hewcedar bikaribin daxwazên xwe yên bingehîn peyda bikin, ji bo dema Adara 2026’an perê piştgiriyê ket hesabên xwediyên Kartên SODES’ê.

Di vê çarçoveyê de, di hesabê 10 hezar û 793 kesan de ji bo her kesî 3 hezar TL hat razandin. Bi van dravdanan re mîqdara giştî ya piştgiriyê gihîşt 32 mîlyon û 379 hezar TL’yî.

Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê, dê xebatên xwe yên piştgiriya civakî ya ji bo welatiyên ku zehmetiyên aborî dikişînin û ji bo xurtkirina piştgiriya civakî berdewam bike.

 

Image Gallery