Print this page

Ji Hevşaredaran beriya maça krîtîk piştgirî bo Tîma Voleybolê ya Jinan

Hevşaredarên Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê Serra Bucak û Dogan Hatun, beriya maça Zerensporê ya ku ji bo mayîna di lîgê de xwedî girîngiyeke krîtîk e, di bernameya fitarê de bi werzişvanên Tîma Voleybolê ya Jinan a DBB’ê re hatin cem hev û piştgirî dan tîmê.

Hevşaredarên Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê Serra Bucak û Dogan Hatun, ligel endamên meclîsê, bi werzişvanên Tîma Voleybolê ya Jinan a Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê re ku di bin banê Serokatiya Daîreya Xizmetên Ciwan û Werzîşê de hatiye avakirin û di Koma B ya Lîga 1'emîn a Voleybolê ya Jinan a Tirkiyeyê de têdikoşe, beriya maça Zerensporê ya ku ji bo mayîna di lîgê de pir girîng e, di bernameya fitarê de civiyan. Hevşaredarên ku li navçeya Peyasê di bernameyekê de bi werzişvanan re hatin cem hev, derbarê xebatên tîmê yên di seranserê sezonê de, pêvajoya amadekariyê û rewşa beriya maça dawî de agahî girtin.

Hevşaredaran di bernameyê de bi werzişvanan re sohbet kirin, bal kişandin ser ked û têkoşîna tîmê û moral dan werzişvanan. Hevşaredaran di axaftinên xwe de wiha gotin:

"Keda we hemûyan sax be. Em serkeftina we dixwazin. Rêya we vekirî be. Bi silamet biçin û bên, bi serkeftinên ciwan vegerin."

Tîma Voleybolê ya Jinan a DBB'ê, di maça dawî ya sezonê de wê li Enqereyê, li Salona Voleybolê ya Selîm Sirri Tarcan Zerenê bi Zerensporê re rûbirû bibe. Maça ku ji bo mayîna di lîgê de xwedî girîngiyeke mezin e, wê roja yekşemê bê lîstin.

 

Image Gallery