Hevşaredara Bajarê Mezin a Amedê Serra Bucak, ku beşdarî nîşandana belgefilma “Kırık Terazi” (Mîzana Şikestî) bû – ya ku mijara wê jiyana Rojin Kabaiş û lêgerîna edaletê ya piştî mirina wê ya gumanbar e – diyar kir ku ev xebat hem ji bo malbatê hem jî ji bo civakê xebateke girîng a hafizeyê ye ku têkoşîna edaletê ya tê meşandin berçav dike.
Lêgerîna edaletê ya ku piştî mirina gumanbar a xwendekara zanîngehê ya 21 salî Rojin Kabaiş – ya ku di 27ê Îlona 2024an de li Wanê winda bûbû û di 15ê Cotmehê de cenazeyê wê li qeraxê gola Wanê hatibû dîtin – dest pê kiribû, ji aliyê derhêner Gokhan Çetin ve wekî belgefilm hat kişandin. Li Navenda Çand û Kongreyê ya Çand Amedê, nîşandana belgefilma “Kırık Terazi” hat kirin ku tê de têkoşîna edaletê ya ji bo Rojin Kabaiş tê vegotin.
Bernameya ku bi piştgiriya Komîsyona Çandê ya Meclîsa Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê hat lidarxistin; Hevşaredara Bajarê Mezin a Amedê Serra Bucak, Hevşaredara Bajarê Mezin a Wanê ya ku qeyûm di şûna wê de hatibû wezîfedarkirin Neslihan Şedal, hevşaredarên navçeyan, endamên Meclîsa DBB’ê, Hevseroka Bajar a Amedê ya Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Parti) Gulşen Ozer, Parlamenterê Amedê yê Partiya Gel a Komarê (CHP) Sezgin Tanrıkulu, malbata Rojin Kabaiş, nûnerên saziyên civakî û welatî beşdar bûn.
Piştî nîşandana belgefilmê, di bin moderatoriya Parêzer Mehmet Emin Aktar de gotûbêjek hat kirin. Di gotûbêjê de Parêzer Medine Turantaylak Ozkaçmaz, bavê Rojin Kabaiş Nizamettin Kabaiş, Hevşaredara Bajarê Mezin a Wanê Neslihan Şedal, Pispora Klînîkî ya Psîkolog Hulya Konak, rojnameger Ruşen Takva û derhêner Gokhan Çetin wekî axivêr cih girtin.
Bavê Rojin Kabaiş, Nizamettin Kabaiş di gotûbêjê de axivî û diyar kir ku têkoşîna ji bo Rojinê tê meşandin hêzê dide wan; her wiha bertek nîşanî pratîkên tarîkirina delîlan di dosyê de da. Kabaiş anî ziman ku ew îdiayên întiharê qebûl nakin û destnîşan kir ku têkoşîna wan dê berdewam bike.
Axivêrên din jî bal kişandin ser bandorên hiqûqî, psîkolojîk û civakî yên dosyê.
Hevşaredar Bucak: Xebatê têkoşîna edaletê berçav kir
Hevşaredara Bajarê Mezin Serra Bucak jî der barê spasiyên ji bo mazuvaniyê axivî û destnîşan kir ku ev der milkê gel e. Hevşaredar Bucak diyar kir ku kuştina Rojin Kabaiş bûye sedem ku civak ji bo dengderxistin û mezinkirina têkoşînê bê cem hev û got ku belgefilm xebateke girîng a hafizeyê ye.
Hevşaredar Bucak spasiya derhêner Gokhan Çetin û ekîba wî kir ku di amadekirina belgefilmê de ked dane û got ku ev xebat hem ji bo malbatê hem jî ji bo civakê têkoşîna edaletê ya tê meşandin berçav kiriye.
‘Bû têkoşîna hemû jinên di malbatê de’
Hevşaredar Bucak anî ziman ku di şexsê Nizamettin Kabaiş de têkoşîna ji bo Rojinê wekî têkoşîna bavekî li raya giştî xuya kiriye û wiha axivî: “Lê belê me hemûyan xwedî lê derket, lê em dizanin ku di pêvajoyê de ev bû têkoşîna hemû jinên di malbatê de. Li qadan, li meydanan, li Amedê me hemû jinên malbatê li cem xwe dîtin, em bûn yek, em bûn malbat. Bê guman hemû beşdarên hêja mijar bi awayê herî zelal anîn ziman. Em li erdnîgariyeke wisa de dijîn ku polîtîkaya bêcezatiyê mirovan winda dike. Di hemû bûyeran de pergaleke ku mêr, desthilatdar û yê bihêz diparêze heye. Em ji bo ku îstismara li ser jin û zarokan bi dawî bibe, têkoşîna jinê mezin dikin.”
Hevşaredar Bucak diyar kir ku ew bawer dike di encama têkoşîna ji bo Rojinê de dê kujer bên dîtin, bên darizandin û dê piçekî be jî dilê civakê hênik bibe û got, “Ev bawerî jî ji têkoşîna rêxistinkirî tê.”
Werger: Omer Dilsoz