Print this page

Beriya Cejna Remezanê ji bo hemwelatiyên extiyar xizmeta berberiyê ya li malê

Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê, hewcedariyên lênêrîna kesane yên hemwelatiyên extiyar ên ku ji ber astengiyên fizîkî an jî pirsgirêkên tenduristiyê nikarin ji mal derkevin, li malên wan peyda dike.

Şaredariya Mezin, bi armanca ku dest bide jiyana hemû hemwelatiyên xwe (ji 7 salî heta 70 salî), projeyên xwe yên berpirsiyariya civakî her roj zêdetir dike. Di vê çarçoveyê de, Midûriyeta Şaxa Xizmetên Extiyaran a ser bi Serokatiya Daîreya Xizmetên Astengdar û Extiyaran, beriya Cejna Remezanê xizmeta birîna por û rûyê dibe malên hemwelatiyên extiyar ên ku nikarin herin berber. Tîm, bi vê xizmetê re dihêlin ku hemwelatî beriya cejnê bi awayekî paqij û rehet bikevin cejnê.

‘Em ji barekî giran rizgar dibin’

Yusuf Keten ê 82 salî ku li Taxa Kaynartepeyê ya navçeya Rezanê (Baglar) dijî, kêfxweşiya xwe ya ji bo vê xizmetê anî ziman û diyar kir ku ev du sal in ew sûdê ji xizmeta berberiyê ya li malê werdigire.

Keten, destnîşan kir ku gava hewcedariya wî bi tiraşê hebe ew li yekîneya têkildar digere û berber di demeke kurt de tê mala wî. Keten wiha got: "Ji bo me zehmet e ku em bi serê xwe derkevin derve û tıraş bibin. Bi saya vê xizmetê, em ji barekî giran rizgar bûn."

‘Ez digerim, ew jî tên’

Bahri Yılmaz ê ku li Taxa Şêx Şamil a navçeya Rezilê dijî jî got: "Nexasim beriya cejnê dayîna vê xizmetê pir baş bû. Ez digerim, ew jî tên. Xwedê ji şaredariya me û ji mirovên me razî be."

‘Em vê xizmetê didin nêzî 40 hemwelatiyên extiyar’

Berber Rıdvan Çelik ê ku xizmeta tıraşê dide extiyaran, diyar kir ku ev du sal in di çarçoveya lênêrîna li malê de vê xebatê dimeşînin. Çelik wiha axivî: "Em diçin malên hemwelatiyên ku ji ber extiyarî û nexweşiyê nikarin derkevin derve. Em bi navînî 20 rojan carekê an jî mehê carekê serdana wan dikin. Gava dema tıraşa wan tê, ew jî dikarin li me bigerin."

‘Xwe bi tenê hîs nakin’

Çelik, diyar kir ku gava ew dibin mêvanê malên extiyaran ew pir şa dibin û wiha dawî li axaftina xwe anî: "Dibêjin ku 'her dem kesek li cem me heye' û bi vî rengî xwe bi tenê hîs nakin. Gava ew kêfxweş dibin, em jî kêfxweş dibin. Ew mezinên me ne."

Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê, dê xebatên xwe yên piştgiriya civakî ya ji bo her beşên civakê bidomîne.

 

Image Gallery