Tesîsa ku dê kapasîteya ava vexwarinê ya Amedê du qat zêde bike bilind dibe

Midûriyeta Giştî ya DÎSKÎ ya Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê, bi avakirina Tesîsa Parastina Ava Vexwarinê ya 2yemîn armanc dike ku kapasîteya ava vexwarinê ya bajêr du qat zêde bike. Di projeyê de %20ê tesîsa parastinê û %78ê depoya avê ya ku 20 hezar metrekup e hatiye temamkirin.

Midûriyeta Giştî ya Îdareya Av û Kanalîzasyonê ya Amedê (DÎSKÎ), ji bo dabînkirina hewcedariya ava vexwarinê ya nifûsa bajêr a ku her diçe zêde dibe, xebatên avakirina Tesîsa Parastina Ava Vexwarinê ya 2yemîn li qada Tesîsa Navendî didomîne. Piştî merasîma avêtina təmên a ku di 31ê Cotmeha 2025an de hatibû kirin, di çarçoveya xebatan de %20ê avahiya tesîsê hat temamkirin. Di heman projeyê de, di avakirina depoya ava vexwarinê ya 20 hezar metrekupî de jî pêşketineke girîng hat bidestxistin û %78ê wê hat qedandin.

Kapasîteya parastinê ya Amedê dê bibe du qat

Tesîsa Parastina Ava Vexwarinê ya 2yemîn, dema ku bi dawî bibe dê kapasîteya parastina ava vexwarinê ya Amedê du qat zêde bike û ji bo binesaziya avê ya bajêr garantiyeke demdirêj peyda bike. Bi saya vê projeyê, hem barkêşiya pergala heyî ya ava vexwarinê dê were hevsengkirin, hem jî ji bo hewcedariyên avê yên ku dê di pêşerojê de derkevin binesaziyeke bihêz were amadekirin.

Di xebatên xeta duyemîn a îsaleyê de dawî nêzîk dibe

Bi tesîsa parastinê re bi awayekî hemwext, xebatên çêkirina Xeta Îsaleyê ya Ava Vexwarinê ya 2yemîn jî gihîştine qonaxa dawî. Bi ketina dewrê ya xeta îsaleyê, dê gihandina ava xam ji bo tesîsa parastinê bi awayekî ewle û bêbirîn pêk were. Bi xizmeta Tesîsa Parastina Ava Vexwarinê ya Qonaxa 2yemîn û xeta duyemîn a îsaleyê, binesaziya ava vexwarinê ya Amedê dê bigihîje kapasîteyeke demdirêj. Bi temamkirina van veberhênanan, armanc ew e ku heta sala 2060î çareseriyeke ewle û domdar ji bo hewcedariya ava vexwarinê ya bajêr were peyda kirin.

‘Em ji bo ewlehiya avê ya demdirêj a bajarê xwe dixebitin’

Midûrê Şaxa Veberhênanan Veysi Aktaş diyar kir ku xebat ji hêla Midûriyeta Şaxa Veberhênanan a ser bi Serokatiya Daîreya Veberhênan û Avakirinê ya Midûriyeta Giştî ya DİSKİyê ve têne meşandin û der barê projeyê de ev nirxandin kir: “Xebatên me yên Tesîsa Parastina Ava Vexwarinê ya Qonaxa 2yemîn a ku em li qada Tesîsa Navendî dimeşînin, li gorî bernameya plankirî berdewam dikin. Di avakirina tesîsa parastinê de pêşketineke diyar hatiye bidestxistin û çêkirina depoya avê ya 20 hezar metrekupî jî bi giranî qediya ye. Dema ku ev tesîs ligel xeta duyemîn a îsaleyê bikeve dewrê, binesaziya ava vexwarinê ya Amedê dê bibe xwedî kapasîteyeke pir bihêztir. Armanca van xebatan ew e ku hewcedariya avê ya pêşerojê ya bajêr bixe bin garantiyê.”

 

Image Gallery