Hevşaredarê Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê Dogan Hatun, ji ber salvegera komkujiya Helebçeyê beşdarî bernameya bibîranînê bû.
Ji aliyê Platforma Saziyên Demokratîk a Amedê ve, ji bo salvegera komkujiya Helebçeyê ya ku di 16ê Adara 1988an de pêk hatibû, li Navenda Çand û Kongreyê ya Çand Amedê bernameyeke bîranînê hat lidarxistin. Ji bilî Hevşaredarê Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê Dogan Hatun; hevşaredarên navçeyan, parlamenter, endamên Konseya Bajêr a Amedê, nûnerên partiyên siyasî û saziyên civakî beşdarî bernameyê bûn.
Bername bi nîşandana sînevîzyona ku komkujiya Helebçeyê vedigot dest pê kir û piştî axaftinan, bi guhdarîkirina dengbêjan bi dawî bû.