Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê, beriya Eyda Remezanê û di dema eydê de bi hemû yekeyên xwe yên di qada berpirsiyariyê de amadekariyên xwe temam kirin. Di kontrolên rojên dawî de dest danîn ser nêzî 2 ton xurekên xerabûyî yên ku tenduristiya gel dixisin metirsiyê.
Ekîbên ser bi Serokatiyên Daîreyên Zabite, Karên Tenduristiyê, Parastin û Kontrola Jîngehê, Veguhastin û Agirkujiyê (Îtfaîye) dê di dirêjahiya eydê de li qadê bi awayekî çalak peywira xwe pêk bînin. Li seranserê bajêr xizmetên kontrolê, veguhastinê, paqijiyê û midaxeleya lezgîn dê bê navber berdewam bikin.
Kontrol hatin zêdekirin
Serokatiya Daîreya Zabiteyê ku qerebalixiya mirovan û trafîkê ya beriya eydê li ber çavan girtiye, dê kontrolên xwe heta dawiya eydê bê navber bidomîne. Di vê çarçoveyê de kontrolên li ser wesayîtên veguhastina giştî, mînîbusên navçeyan û wesayîtên barhilgir û yên sivîl hatin tundkirin. Li dijî kesên ku li derveyî qanûnan tevdigerin dê kiryarên qanûnî bên sepandin.
Li goristanan û li seranserê bajêr tevdîr
Êvara arefeyê û sibeha eydê, ji bo ku herikîna trafîkê li goristanên Deriyê Mêrdînê, Şehîdlîk û Yenîkoyê bi awayekî birêkûpêk pêk were, ekîbên zabiteyê dê li ser peywira xwe bin.
Ji aliyê din ve, li seranserê bajêr kontrolên li ser firotina madeyên teqemeniyê yên wekî patpat, fîşekên hewayî û torpîlan hatin zêdekirin. Destûr nayê dayîn ku berhemên dîroka wan derbasbûyî bên firotin.
Dest danîn ser 2 ton xurekên xerabûyî
Serokatiya Daîreya Karên Tenduristiyê, beriya eydê kontrolên xwe yên li ser berhemên xurekê yên ku welatî zêde dixwin zêde kirin. Dest danîn ser nêzî 2 ton xurekên ku dîroka wan derbas bûye û di şert û mercên li dijî rêziknameyê de hatine hilanîn û tenduristiya gel dixisin rîskê. Ekîb dê xebatên kontrolê di dema eydê de jî bidomînin.
Li goristanan lênihêrîn û paqijî temam bû
Bi munasebeta serdanên welatiyan ên ji bo eydê, li goristanan xebatên berfireh ên paqijî, lênihêrîn û tamîrkirinê hatin temamkirin.
Li kolan û termînalan xebatên paqijiyê
Ekîbên Serokatiya Daîreya Parastin û Kontrola Jîngehê, ji bilî rojên baranê, li arterên sereke, kolan û peyarêkan xebatên şûştinê didomînin.
Her wiha, li Karsaziyên Termînala Bajêr a Amedê (DÎŞTÎ) û otogarên navçeyan xebatên paqijî û şûştinê dê heta roja eydê berdewam bikin.
Agirkujî (Îtfaîye) 24 saetan li ser peywirê ye
Ekîbên Serokatiya Daîreya Agirkujiyê jî di dirêjahiya eydê de li dijî şewat û rewşên lezgîn ên ku dibe ku rû bidin, li ser bingeha 7 roj û 24 saetan dê li ser peywirê bin.
Werger: Omer Dilsoz