Hevşaredarên Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê Serra Bucak û Dogan Hatun, bi armanca avakirina bajarekî ku zarok di pêvajoyên biryargirtinê de bi awayekî aktîf cih bigirin, bi endamên Meclîsa Zarokan a Konseya Bajêr re hatin bal hev. Di dema ku zarokan pêşniyarên xwe rasterast parve kirin, Hevşaredar Bucakê jî bal kişand ser girîngiya mekanîzmayên beşdar û projeyên ku dê ji bo bajarekî zarok-dost, adil û gihîştî bi hev re werin hilberandin.
Meclîsa Zarokan a ku di Gulana 2025’an de di bin banê Konseya Bajêr de hatibû avakirin, xebatên xwe didomîne da ku Amedê bike bajarekî zarok-dost. Di vê çarçoveyê de endamên Meclîsê, tevî Desteya Şêwirmendiyê û Sekreterya Konseya Bajêr, serdana Şaredariya Bajarê Mezin kirin. Di şandeyê de Sekretera Giştî ya Konseya Bajêr Selvi Tunç û ji Sekreteryayê Veysi Kuzu jî cih girtin.
Hevşaredaran yek bi yek silav li zarokan kirin û li fikrên wan ên derbarê jiyana bajêr de guhdarî kirin. Di hevdîtinê de gelek mijarên girîng hatin rojevê.
Zarokan ji pencereya xwe li bajêr nêrî
Zarokên ku di hevdîtinê de mafê axaftinê girtin; derbarê pirsgirêkên di warê veguhastinê de, têkoşîna li dijî hişbirê, wekheviya di xizmetguzariyan de, qirêjiya jîngehê, zirara ku didin parkan û zêdekirina xebatên hişyariyê de nêrînên xwe parve kirin. Her wiha mijara zimanê dayikê di dibistanan de, gihîştina dersên bijarte, şideta di nav dibistanan de û belavbûna bikaranîna cixareyê jî anîn ziman.
Zarokan bi taybetî xwest ku li dijî qirêjiya jîngehê xebatên xurtir werin kirin û ji bo bajarekî jiyanbar pêşniyarên xwe pêşkêş kirin.
‘Perspektîfa zarokan gelekî bi qîmet e’
Hevşaredar Bucakê ya ku li pêşniyarên zarokan guhdarî kir, destnîşan kir ku sernavên hatine ziman perspektîfeke berfireh pêşkêş dikin. Bucakê bal kişand ku hin mijar li derveyî qada rayeya rêveberiyên herêmî ne û diyar kir ku perwerdehiya bi zimanê dayikê di berpirsiyariya Wezareta Perwerdehiya Neteweyî de ye.
Bucakê li ser pêşniyara belavkirina tasên av û xwarinê ji bo heywanên kolanan, bal kişand ser girîngiya piştevaniya civakî. Hevşaredar Bucakê diyar kir ku divê park werin parastin û kontrol werin zêdekirin; her wiha got ku ew ê daxwazan bigihînin şaredariyên navçeyan jî.
Ji bo zarokan projeyên nû
Bucakê behsa projeyên ku dê beşdarbûna zarokan a di çalakiyên civakî û werzişî de zêde bike jî kir. Bucakê diyar kir ku ew plankirina Projeya Sporparkê dikin ku dê tê de qadên voleybol û basketbolê yên li derve hebin û zarok dikarin li wir çalakî û pêşbirkan li dar bixin.
Her wiha Hevşaredar Bucakê da zanîn ku li taxa Huzurevleri ya Peyasê (Kayapınar), ji bo xwendekarên polên 7 û 8’an Projeya Mala Piştgiriya Perwerdehiyê ya 5 qatî dê were vekirin û di serdema nû ya perwerdehiyê de ew ê bixebitin ku van qadan hîn bêtir bişidînin.
‘Em ê bi zarokan re hilberînê bidomînin’
Di hevdîtinê de endama Desteya Şêwirmendiyê ya Meclîsa Zarokan Zeynep Demir Akçer, kêfxweşiya xwe ya ji bo hevdîtinê anî ziman û diyar kir ku ew ê beşdarbûna aktîf a zarokan a di pêvajoyan de zêde bikin.
Hevşaredar Bucakê jî destnîşan kir ku mekanîzmayên bi vî rengî yên ku zarok dikarin potansiyela xwe derxin holê pir bi qîmet in û bal kişand ser hewcedariya bi hev re fikirîn û hilberînê.
‘Ji bo zarokan bajarekî adil û gihîştî’
Di dawiya hevdîtinê de Bucakê bersiva pirsa li ser projeya ku dixwaze ji bo zarokan li bajêr pêk bîne da û got: “Tenê xeyalek min tune. Armanca me ya herî mezin bajarekî wisa ye ku zarok bikarin xwe bigihîninê, xwe tê de ewle hîs bikin û ji jiyana tê de kêfê werbigirin. Ji bo pêkanîna vê jî, pêdiviya me bi mekanîzmayên hevpar heye ku em ê bi zarokan re bi hev re bifikirin.
Â
